Ciwana Teymsî, hevjîna Muhsîn Mazlumê ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye darvkirin, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ragihand ku wan wek malbatên Muhsin Mezlum, Wefa Azerbar, Pêjman Fatihî û Mihemed Hejîr ên ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin, li Neteweyên Yekbûyî li dijî darvekirinan giliyê Îranê kirine.
Ciwana Teymsî di peyama xwe de dibêje, wek malbatên azadîxwazan ji bo hemû mekanîzmayên yasayî yên navdewletî û nîştimanî yên hene, ger çiqas zehmet jî be, ew ê li ser daxwaz û mafên xwe berdewam bin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, her çar girtiyên siyasî yên Kurd Muhsin Mezlum, Wefa Azerbar, Pêjman Fatihî û Mihemed Hejîr di 9’ê Sibata 2023’yan de ji aliyê Îranê ve hatibûn darvekirin.