3 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin

Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Di heman demê de xwişka Omer Hayrî Konar, Emîne Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî bi heman daxwazê serî li dozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

Hevdîtina rû bi rû ya herî dawî piştî 4 salan, biraziyê Abdullah Ocalan, Omer Ocalan di 23yê Cotmeha 2024an de kir. Di hevdîtinê de Abdullah Ocalan destnîşan kir ku tecrîd hêj didome. Piştî vê hevdîtinê, di 31ê Adara 2025an de cara duyemîn hevdîtina malbatê hat kirin. Hevdîtin, bi boneya Cejna Remezanê hat kirin. Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û biraziye wî Omer Ocalan çûn hevdîtinê. Di heman demê de birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Sabîha Aslan jî hevdîtin kirin.