Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Di heman demê de xwişka Omer Hayrî Konar, Emîne Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî bi heman daxwazê serî li dozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.
Malbata Abdullah Ocalan hevdîtina rû bi rû ya herî dawî di 31ê Adara 2025an de kirin. Hevdîtin, bi boneya Cejna Remezanê hat kirin. Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û biraziye wî Omer Ocalan çûn hevdîtinê. Di heman demê de birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Sabîha Aslan jî hevdîtin kirin.