12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin

Malbatbatên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin didome. Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Di heman demê de xwişka Omer Hayrî Konar, Emîne Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî bi heman daxwazê serî li dozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

Mafê hevdîtina bi malbatan re yê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin, bi hinceta “cezayên disiplînê” tê astengkirin. Di navbera salên 2021-2024’ê de 7 caran li Abdullah Ocalan û girtiyên din ji bo 3 mehan cezayê disiplînê hate dayin û hevdîtinên bi malbatan re hate astengkirin. Tevî hemû serlêdanan jî hincetên cezayên disiplînê û hejmarên dosyayan bi parêzeran re nehatin parvekirin.

 Piştî 4 salan hevdîtinek hat kirin

Malbata Abdullah Ocalan hevdîtina rû bi rû ya herî dawî di 3’yê adara 2020’an de û hevdîtina li ser telefonê jî di 25’ê adara 2021’ê de kiribû. Piştî 4 salan, biraziyê Abdullah Ocalan, Omer Ocalan di 23’yê cotmeha 2024’an de hevdîtina rû bi rû kir. Di hevdîtinê de Abdullah Ocalan destnîşan kir ku tecrîd hêj didome.