Birayê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya Dewleta Tirk û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.
Bi heman rengî xwişka Omer Hayrî Konar Emîne Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî bi daxwaza hevdîtinê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê da.
Serlêdana malbatan û parêzeran a ji bo hevdîtinê bi rêk û pêk û bi kêfî tê astengkirin. Nêzî temamiya serlêdanan bê bersiv têne hiştin.