Em di sal û zemanên 2002 û 2022’yan re bihurîn. Li dû her pileya zemên me bidevên vekirî û bi çavên şaşwazî li jiyan û cîhanê bi xweziyan nihêrî. Erdhej çêbûn li ser rûzemînê. Ji ber xetên erdhejê yên şikestî, qalikê cîhanê li cihê xwe rûnişt. Şekl û şemala cîhanê ya ji jor ve hinekî pelçiqî, hinekî dîtir guhert. Bi saniyeyan be jî di leza gera cîhanê de zêdebûnek çêbû. Û dem pir zû derbas bû.
Em di dewranên lezgîn û ziravhestyar re bihurîn. Derdora me bi mirovên revokên şer, bi kesên kefenlixwepêçayî û sînorlipêxwehiştî tijî bûye. Tijî bûye û di ser re jî diçe. Hin kes ji me bi dîtina mirovên revok re hîna bêtir xwe li welatê xwe dipêçin, hin jî çavên xwe bera dûrketina ji welatê xwe didin. Em hinekî dîtir li dahatûya zarokên xwe difikirin; li kirêya zêde, li çûnûhatina geremolî, li kedxwariya bi erzanî, li gelheya pirroleyî û li pergala xerab a perwerdehiyê. Û /ango / an jî me weke sûcdarên her tiştî, ew penaberên li derdora xwe sûcdar kirin. Ew jî ne bes e, ji der û dorên dûr jî hatin penahendeyên bênavnîşan. Me ji wan re jî hinekî cih çêkir. Ji bo me hinekan jî, netê bû ev hembêz ve‐ kirina ji kesên din re digel ku me dikarîbû di welatê xwe yê parçeyek ji bihuştê bijiyana (!)
Digel ku me pirsên hişê xwe yên salên 2002’yan li dû xwe hiştine jî, em bi heman pirsan derbasî sala 2022’yan jî bûne. Ger em ji îro ve çîroka Malbata Min Mir a Xelîl Cibranî ku beriya bi dehan salan nivîsandî bixwînin, em ê çêtir tê bigihîjin ku bûyerên beriya bi salan ên li dûrî me, a niha jî di nava dil û jiyana me de ye. Xweziya ku mirov karibe hemû nasnameyên xwe yên neteweyî, herêmî û niştecihî bide aliyekî û hinekî dîtir bi kûrahî li gotinên Cibranî biramin. Eynî weke di çîrokê de hatiye nivîsandin: “Bixweketinên me birçîbûna wan kêm nake, rondikên me tîbûna wan derbas nake. Hingê em bi çi awayî wan ji birçîbûn û karesatan rizgar bikin û çi bikin?”
Ewrên reş ku bi destên dagirker û serdestan li ser Rojavayê welatê me tê belavkirin û bendewariya barîna baranên tijî lehî û lêmiştê çêdike, me di cîhana mezin a weke gundekî de tikûtenê dihêle û em dîsa şev û rojan li xwe diherimînin ku çav û hest û dilê me li wê hêlê lêdide. Helbet her mirovek ji me dikare dengên bilind ên daholên şer li hemberî guhên şimakirî bi qîrînên xwe bitemirînin û beriya têkbirinên mezin di xîret û hewldanan kevin.
Çîroka bi navê Malbata Min Mir a Xelîl Cibranî ya beriya bi salan nivîsandî, rewş û aloziya çarhawîr welatê me kurdan a îro jî vedibêje. Her çiqasî çîrok di rojên xelayê de hatibe nivîsandin û mirina mirovan a ji birçîbûnê berawirdî mirina mirovên serhildêr dike, em dikarin ji bo Rojavayê welatê xwe berovajî jî bixwînin. Ji lewre dîsa heman erdnîgarî, dîsa heman karesat, dîsa heman hesab û kitêbên berjewendîperest ên dewletên dagirker…
***
Malbata min mir
“Min di rojên xelayê de nivîsand.”
X.C.
I.
Malbata min mir û ez di nava tenêtî û bêxwedîtiyê de bi şûngirtina malbata xwe re dijîm.
Hezkiriyên min mirin, piştî wan jiyana min di wechê wan de veguherî karesata min.
Malbata min û hezkiriyên min mirin, hêsirên çavan û xwînê serê giren welatê min daqurtandin. Ez li vir, weke dema malbat û hezkiriyên min li ser kolana min bin û girên welatê min bi tîrêjên rojê re şewqvedayî be, dijîm.
Malbata min ji birçîtî mir, ji wan ên bi birçîtî nemirin jî bi serê şûr hatin kuştin. Ez jî li vî welatê dûrahistanê, di nava civakeke ku xwarin û vexwarinên wan xweş û biçêj, di nava nivînên nermik, bi kêf û şahî rojên wan tijî bextewarî û kêfxweş de weke dîlekî dijîm.Malbata min bi mirineke herî serpêl mir, lê ez li vê derê di nava aramî û aştiyê de dijîm. Ev e trajedyaya li serdika ezîtiya min.
Ger ez jî di nava malbata xwe ya birçî de, birçî bûma; li nava gelên xwe yên bindest, bindest bûma; pesta rojan a li ser sînga min dê siviktir bûya, dê şev li ber çavên min kêmtir reş bûna. Çinku kesên hevparên êş û bindestiya malbata xwe, çêtir di şûna giran a ji ber pakrewaniyê digihîjin, her wiha ji ber mirina bêguneh a ligel bêgunehan dê bi kirina xwe serbilind bûya.
Lê ez ne ligel gelê xwe yê birçî, çewisandî, di nava karwanê mirina pakrewaniya berze de me. Berovajî wê, ez li dû heft deryayan li ber siya aramî û ewlehiyê weke tevizandî dijîm. Ez bi ti tiştî re, heta bi hêsirên çavên xwe re jî ne serbilind im û ji hemû karesat û felaketzedeyan dûr, dijîm.
Ger ez simbilekî li nava axa welatê xwe şînhatîbûma, zarokekî birçî dê ez biqurmiçandima û bi hebên min deste mirinê ji giyanê xwe dûr bixista.
Ger ez li nava baxçeyên welatê xwe fêkiyekî gihaştîbûma, jineke birçî dê ez jêkiribûma û weke xwarinekê ez bicûtama.
Ger ez li ezmanê welatê xwe çûkekbûma, mêrekî birçî dê ez bikirama nêçîr, bi bedena min siya gorê ya ji ser bedena xwe jê biriba.
Lê, ez ne li zeviyên Sûriyeyê simbilek im ne jî di nava geliyên Lubnanê de fêkiyeke gihaştî me. Ev e karesata min. Ev e karesata min a ku min li hember xwe û siyên şevê dike necisek.
Ev; drameke ezabdayî ye ku zimanê min girê dide, destên min li zincîrê dixe û dû re min vediguherîne kesekî bêxîret, bêvîn û bêtevger.
II.
Ji min re dibêjin: “Karesata welatê te, ji parçeyek karesata cîhanê pê ve ne ti tişt e. Xwîn û hêsirên li welatê te têne rijandin, ji xwîn û hêsirên li zevî û geliyên cîhanê yên bi şev û roj diherikin, ne cudatir in.”
Belê lê karesata welatê min, karesata mirovên lal e. Karesata welatê min, sûcekî mîrê margîskan e ku bi xwe re wan dixin heman dehfikê. Karesata welatê min, trajediyeke bêîlahî û bêsehne ye.
Ger gelê min li dijî rêvebirên xwînxwar serî rakiribûna û bi hev re weke serhildêran miribûna, min ê bigota; “Mirina di oxira azadiyê de ji jiyana li ber siya radestbûnê birûmettir e. Kesên di dest wan de şûr û ketin hembêza ebediyete ligel nemiriya xwedayî, ew jî nemir in.”
Ger gelê min tev li şerekî navdewletî bibûna û li meydana şer bi hev re bimirana, min ê bigota; “Ew bahozeke şeyda bû ku guliyên ter û hişk bi hev re şikenandin.” Mirina di binê guliyên bahozê de ji mirina ser destê extiyariyê hîna serfirazwertir e.
Ger erd bi erdhejê re bileqiya, bine welatê min bihata ser welatê min, axê malbat û hezkiriyê min binuxumanda, min ê bigota; “Ev, xasûk in ku bi daxwaza hêzeke nedîtbar tevdigerin; lêkolîna ji bo têgihîştina raz û nepeniyên vî tiştî, nezanî ye.”
Lê malbata min ne weke serhildêran miriye, ne weke şervanan tune bûye, ne jî erdhejê welatê min leqandiye; ew bi awayekî radestbûyî mirin.
Malbata min li ser xaçê mir. Bi awayê ku kefa destên wan ber bi rojhilat û rojava ve, çavên wan li tarîtiya ezmên aliqandî, mirin. Ji ber ku guhên mirovatiyê beriya qîrînên wan hatine girtin, bi awayekî bêdengî mirin.
Ji ber ku weke tirsonekan ji dijminên xwe heznekirin, weke nankoran hezkiriyên xwe biçûk nedîtin, ew mirin. Ji ber ku ew ne sûcdar bûn, mirin. Ji ber ku zilm li zaliman nekirin, mirin. Ji ber ku ew aştîhez bûn, mirin. Ji ber ku marekî dojehî hemû keriyên li deştên wan û hemû xwirekên embarên wan daqurtand, mirin. Ji ber ku mar têjikên maran jehra xwe bera ser ezmanê li ser henaseya darên sedran û bêhna gul û asmînan rijandin, mirin.
III. Malbata min û malbatên we mirin ey sûriyeyî! Em ê ji bo nemiriyan çi bikin?Bixweketinên me birçîbûna wan kêm nake, rondikên me tîbûna wan derbas nake. Hingê em ê bi çi awayî wan ji birçîbûn û karesatan rizgar bikin û çi bikin?
Qey em ê weke mirovên gumanbar, dudilî, tiral û berê wan ji drama mezin ber bi karên biçûk ên dinê, tevbigerin? Dilrehmiya ku tu sêwirandî, ey birayê min ê sûriyeyî, ji jiyana te tiştekî dide kesê li ber mirinê. Ew hêza tekane ye ku te dişibîne ronahiya rojê û bêdengiya şevê.
Ew dîrhema ku tu dixî destê li ber te vekirî; ew, zincîreke zêr e ku mirovatiya di te de bi sermirovatiya cîhanê re bi hev girê dide.