Li Tirkiyeyê salên 90’î de bi hezaran kes ji aliyê hêzên dewletê û hêzên paramîlîter ên girêdayî dewletê ve bi darê zorê hatin windakirin. Malbata winda, ÎHD, sazî û dezgehên sivîl bi salan e ji kesên ji aliyê hêzên dewletê ve di bin çavan de winda bûne bên dîtin çalakiyan li dar dixin. Ji bo xizmên wan bên dîtin û kujer bên darizandin ji aliyê rayedarên dewletê vê soz hat dayîn. Di ser sozên hat dayîn de sal derbas bû jî ji xizmên ku bi darê zorê hatin windakirin nehatin dîtin û aqûbeta wan nehat hînkirin. Tenê ne dewleta Tirkiyeyê, cîhanê dev, guh û çavên xwe ji girtine. Ji van malbatan yek jê jî malbata Togçu ku ev 29 sal in li aqûbeta xizmên xwe dipirsin tu encam negirtin. Ender Togçû 29’ê mijdarê sala 1994’an de seat derdora seat 15:00’an ji birayê xwe re dibêje; ‘Ez ê herim nexweşxaneyê cem hevjîna xwe’. Lê diya wî ku li nexweşxaneyê li ber nexweş dima got ku Togçû qet nehatiya nexweşxanê. Di eynê rojê de derdora seat 22:30’an de komeke polîsan ku ji 7-8 kesî pêk tê di ser mala bavê Togçû de digirin. Di dema ser girtina malê de li bavê Togçû û birayê wî dixin. Ji bavê wî pirsa ‘Ender li ku ye?’ dikin. Dema bavê wî ji tirsa dibêje ne li vir e 3’ê roje çûye Kayseriyê mala xalê xwe, jê re dibêjin Ender bi me re ye. Em ê heta sê roja cenazê wî ji te re bişînin. Malbatê têkoşîna xwe ji roja ewil heta roja îro bênavber didomîne.
Ji malbata Togçû Guler Togçû der barê serpêhatiya hevjînê xwe Ender Togçû de ji me re axivî. Guler Togçû diyar kir ku hevjînê wê bi edalet û merhamet bû û wiha got: “Mîrovekî pir qenc û baş bû. Li der dora xwe min kesekî wekî wî baş nedîtiye. Mirovekî ku li gor maf û hiqûqê mirovan tevdigeriya. Digot; ‘Ez zilma li ser jinan qebûl nakim.’ Taxa em lê diman her kesî bi başî qala wî dikir. Cilê ser xwe dida hevalê xwe. Mirovekî xêrxwaz û pir wêrek bû. Di sala 1994’an de dema kurê xalê wî tê girtin, wêneyê wî û hevjînê min bi hev re di bêrîka wî de digirin. Hevjînê min jê dipirsin jî nabêje. Di sala 1994’an de hevjînê min bi hevalê xwe re nêzî postanê rûdinê. Dema li wir rûniştiye, dibêjin dengê teqînê tê û du zararokên ku karê boyaxê dikin jiyana xwe ji dest dane. Ku wisa dibêjin hevjînê min ber bi bira û biraziyê xwe ve dibeze. Çawa dijmin wî li wir dibîne wî desteser dikin û dibin.”
Binçav dikin ji malbatê pirs dikin
Togçu da zanîn ku dema hevjinê wê binçavkirine tu agahiya wan jê tunebû û wiha lê zêde kir: “Heya me qet jê tune ku wî birine. Ez jî li nexweşxaneyê bûm, keça min nû çêbû. Jintiya min xwarin amade kiriye û li benê bûne ku here wir xwarinê bixwe. Wê rojê seat derdorê 22:00’an de polîs di ser mala me û birayê Ender de digirin. Malan serobino dikin. Tiştek bi dest naxin. Li bavê Ender û birayê wî dixin. Bavê wî ji tirsa dibêje ne li vir e. 3’ê roje çûye Kayseriyê mala xalê xwe. Polîs jê re dibêjin Ender bi me re ye. Em ê heta sê roja cenazê wî ji te re bişînin. Piştre polîs diçe mala kekê wî Elî. Ji Elî jî pirsa Ender li ku ye dikin. Elî dibêje ku seat di 15:00’an de gotiye ez ê herim nexweşxaneyê. Ji wê seatê û pê de min wî nedîtiye. Polîs Elî ji dibin û diçin malê me cem bavê wî. Dibêjin demaçe li malê heye. Piştre ji cihê qocika demançê derdixin û dibêjin; ‘Ender cihê demançê ji me re got’. Polîs demançê dibin û diçin. Eynî rojê seat di 24:00’an de careke din tên malê girtek bi bavê wî îmze dikin. Tevî ku Ender leşkertî kirîbû jî ji cînaran dibêjin em li Ender digerin, leşkertî nekiriye. Cînar dibêjin me wî nedîtiye.”
Îşkence li malbatê kirin
Togçû diyar kir ku ji wê rojê heta niha 28 salin ji hevjînê xwe agahî negirtiye û wiha got: “Rojek piştî bûyerê polîs Elî ji qahwê dibin qeraqola Çarşiyê û sê rojan îşkence lê dikin. Di îşkenceyê de pirsa Ender li ku ye lê dikin. Dema dibêje nizanim jê re dibêjin vira neke, me wî girtiye li cem me ye. Wî dibin heta ziyareta Hindîbabayê û li wir berdin. Kekê wî digot dema ez di îşkenceyê debûm. Min ji wan re daxwza çûna destmijê kir û destûr dan min ez çûm. Digot; ‘Dema ez çûm min bi dizî potê berçavê xwe bir û anî hinek sist bû. Min di binê de nerî ku Ender tazî kirine û îşkence lê dikin. Dengê qîjîna wî dihat. Dema kekê wî ji binçav berdidin dibêjin, here malê em ê ji we rê termê Ender ji we re bişînin.”
Serlêdanê bê encam man
Togçû destnîşan kir ku bi salan e li aqûbeta hevjînê wê digerin û wiha domand: “Piştî bûyerê me serî li ÎHD’ê da. Ji bo wî berdin diya wî heta 40 roja her roj daxwazname ji dozgeriyê Amedê re şand. Lê daxwazname her tim hat redkirin. Tu hinceta ku çima daxwazname tên redkirin jî bi me re nedihat parvekirin. Bavê Ender piştî ku polîsan Ender bir, her meh serî li Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê dida. Lê jê re digotin ku kurê te nehatiye binçavkirin û qeyda binçavkirana wî tune. Kekê wî jî bi devkî serî li qerkola Çarşiyê da lê tu encam bi dest nexist.”
Malbat bi hêvî ye
Togçu ya ku 29 sal in heviya xwe ji hatina hevjînê xwe nebiriye got ku di wê baweriyê de ye ku hîn Ender sax e û wiha dawî li axaftina anî :”Ez ne pera ne tiştekî din dixwazim. Bila hevjînê min bê dîtin. Canê xwe nadim bi pera. Bila bêjin ka hevjînê min li ku ye û çibûye jê. Çar sal in diya wî rihmet kiriye, bavê wî jî ji ber vê bûyerê hişê xwe winda kir. Heta ji destê min were ez dev ji vê dozê bernedim. Sax be jî sax bûna wî dixwazin û mirî be jî hestiyê wî dixwazim. Jixwe wan goştê wî xwariye bila hestiya bidin. Komek hestî be jî ez dixwazim. Dewlet dibêje windaye de ye lê dikare bibîne. Ji min re çêdibe ku hevalê min ne miriye, hîn sax e. Ez bi hîsê xwe bawerim. Hevalê min şehîd neketiye. Keça min bi hesreta bavê xwe dijî. Dewlet zalim e. Ku nezalim bûye wê ev qas dilê jinan nediêşand. Ev qas kesî bêbav, bêhevjîn û bêlaw nedihişt.”