Şevkat Taş ê HPG’î di sala 2019’an de li Şirnexê di encama pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî li Goristana Bêkesan a Şirnexê hatibû definkirin. Malbata Taş, du hefte berê ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe serî li dozgeriyê da û piştî ku dozgeriyê biryara erênî da, malbatê duh di saetên êvarê de cenazeyê Taş wergirt û bir Rihayê.
Ji Şirnexê hate Rihayê polisan malbata Taş şopand.
Dê cenazeyê Taş li bajarê wî Rihayê were definkirin.