12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar: Serkeftina mezlûman nêzîk e

Emîne Şenyaşar û Kurê xwe Ferît Şenyaşar çalakiya xwe ya nobeta ‘Edaletê’ ya li ber Edliyeya Rihayê di roja 43’yemîn de didomîne.

‘Dawiya zaliman nêzîk e’

Li ser hesabê medyaya civakî yê malbatê wiha hat gotin : “Hz. Elî zêmarên dayikeke kezebşewitî yên bi şev û bi rojê nasekinin çi xweş aniye ziman; ‘Heger zalim bi israr zilmê dike, bizanibe dawiya wî nêzîk e. Heger mezlûm jî bi israr li ber xwe dide, bizanibe serkeftina wî nêzîk e’. Berxwedana li dijî bêedaletiyê di roja 43’yemîn de didome.”  

Çi bûbû?

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê beriya hilbijartina giştî ya 24’ê hezîrana 2018’an, alîgir û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îhbrahîm Halîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribû û Haci Esvet û kurên wî Adil û Celal kuştibûn. 2’yê nîsanê Dadgeha Cezayê Giran a 3’yemîn a Meletiyê li Fadil Şenyaşarê girtî 37 sal û 9 meh û li Enver Yildiz jî 18 sal ceza birî.