8 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar banga dengderxistinê li dijî zilmê kir

Malbata Şenyaşar, li dijî zilma ku ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li wan hatiye kirin, banga dengderxistinê kir.

Di 14’ê hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kirin û hevjîn û 2 kurên Emîne Şenyaşar kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê Adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 617’an de berdewam kir. Dayika Emîne Şenyaşar ji ber ku nexweş bû nikaribû tev li nobetê bibe û çalakî ji hêla Ferît Şenyaşar ve hat domandin.

Malbatê, ji bo nobetê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal ev peyam parve kir: “Heta ku bêedaletî li deriyê me nexe, divê weke qêrîneke ku dengê wê nayê bihîstin, nedome. Bawerî û mirovayetiya me emir dike ku li hemberî zilmê bêdeng nemînin. Nobeta me ya edaletê di roja 617’an de ye.”