12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata rojnamevan Gulistan Tara mewlîd da

Malbata rojnamevan Gulistan Tara ya di êrişa SÎHA’yê ya dewleta tirk de hate qetilkirin mewlîd da.

Dewleta tirk di 23’yê tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê bi SÎHA’yê êrîşî wesayîta rojnamevanên kurd kir û rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn qetil kirin. Cenazeyê Gulistan Tara şevê din li goristana Tilmercê ya Êlihê bi girseyî spartin axê. Malbata Gulistan Tara ji bo Tara li Taxa Pazaryerî şîn danî. Li eywana ku şîn lê danîn wêneyên rojnamevan Hêro Bahadîn û Gulistan Tara yên hatin qetilkirin daliqandin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, parlamenterên DEM Partiyê Zeynep Odûncû, Sabahat Erdogan Saritaş û Kamûran Tanhan, hempîşeyên Tara û gelek kesan serdana şînê kirin.  Piştî duayen hatin xwendin ji bo Tarayê mewlîd dan. Şîn piştî dayîna mewlîdê bi dawî bû. Malbat dê serdanên şînê li mala xwe qebûl bike.