Malbata rojnamevan Gulistan Tarayê cenazeyê keça xwe ji Saziya Tiba Edlî ya Silêmaniyê wergirtin. Malbatê ji bo merasîmê, cenaze anîn Parka Azadî ya Silêmaniyeyê. Malsat dê Cenazeyê Tarayê piştî merasîmê bişînin Êlihê. Malbat dê li Êlihê cenaze defin bikin.
Balafirên şer ên bêmirov ên tirk, di 23’yê tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê wesayîta rojnamevanên çapemeniya azad bombe kiribû. Di êrişê de rojnamevanên jin Gulistan Tara û Hêro Behadîn hatin qetilkirin. 6 rojnamevanên din jî birîndar bibûn. Heman rojê cenazeyê rojnamevan Hêro Behadîn li Silêmaniyê hatibû veşartin.