Me gotibû ku malbat û malbatbûn gelek caran bûye mijara nîqaşan. Yek ji tevgerên ku di vê mijarê de xwedî lêgerînên kûr e femînîzm e. Tevgerên femînîst pêşniyarên cuda dikin û destnîşan dikin ku têkiliya milkiyetê ya ku mêran li ser jinan bi pêş xistiye girêka yekem a kolonyalîzmê ye. T evgerên ku malbat û heta mêran jî bi tevahî red dikin hene, yên ku pêşniyar dikin ku ev pirsgirêk bi rakirina dabeşkirina karên civakî dikare ji holê bê rakirin jî hene. Femînîzm ji aliyê danasîna pergala baviksalarî, analîzkirina têkiliya mêtingeriyê ya di navbera jin û mêran de û aşkerekirina îstismar, hêz û xwedîlêderketina li vê qadê gelek girîng e. Li gel van tespîtên xurt jî qelsiya femînîzmê ew e ku li ser bingeha çareserkirina pirsgirêkê pêşniyarên xurt nake.
Rêberê Gelê Kurd hê di destpêka têkoşîna azadiya Kurdistanê de fam dike ku heta mijara malbatbûnê neyê çareserkirin civak azad nabe. Ji ber vê yekê ye ku lêhûrbûnên wî yên li ser mijarê dest pê dikin. Di encamê de Rêbertî fêhm dike ji bo ku ev mijar bê çareserkirin divê jin azad bibe. Rêbertî vê tespîta xwe bi van gotinan tîne zimên: “… Ji ber vê yekê nirxandina jinan weke xurtbûna têkiliyên civakî ne tenê watedar e, di warê çareserkirina astengiyên civakî de jî xwedî girîngiyeke mezin e.” Jin çiqas bê analîzkirin, têkiliyên civakî û ji ber vê yekê jî mêr û malbat jî ewqas dikarin bên analîzkirin.
Rêbertî diyar dike ku çavkaniya sereke ya hemû newekhevî, koletî, despotizm û faşîzmê bi pêş dixe bingeha xwe ji newekheviya têkiliyên jin û mêran digire. Rêbertî dibêje: “Heke em bixwazin li peyvên wek wekhevî, azadî, demokrasî û sosyalîzmê yên ku gelek caran behsa wan tê kirin, rastiyeke ku bêhêvîtiyê neafirîne bar bikin, pêwîst e em tora têkiliyên ku li dor jinê hatine xêzkirin û bi qasî têkiliya civak û xwezayê kevn e, ji holê rakin. Ji xeynî vê tu rêyek din a ji bo azadiya rast, wekhevî (li ser bingeha cudahiyan) demokrasî û exlaqeke ne durû, nîn e.” Rêbertî teqez dike ku heta têkiliyên jin û mêran neyên azadkirin tu civak azad nabe. Di têkoşîna ku ji çil salan zêdetir li dû xwe hişt de xebatên têgînî-teorîk-rêxistinî bi vê perspektîfê hatine bi pêşxistin. Pirsgirêka malbatê weke yek ji pirsgirêkên bingehîn ên ku divê şoreş çareser bike tê dîtin.
Rêberê Gelê Kurd di sala 2019’an careke din bal kişand ser girîngiya mijara malbatê û xwest ku qada Jîneolojiyê li ser vê mijarê bisekine. Dîsa got ku beyî çareserkirina pirsgirêka malbatê ya li ser xîmê azadiyê derfeta mayîndebûna tu destketiyan namîne.
Em behsa azadbûna jinan dikin, lê ev çawa dikare pêk bê? Anku azadbûna jinan tenê têra civakeke azad dike? Bêguman em herçiqas zanibin jî ku heta jin azad nebe civak azad nabe ji bo azadiya jinan pêk bê pêwîstî bi azadbûna mêran jî heye. Em li gor tecrûbeyên dîrokî dikarin bibêjin ku hişmendiya mêrperest li dijî azadbûna jinê û civakê astengiya herî mezin e.
Jin çawa hewl dide ku xwe ji kolekirinê rizgar bike di heman demê de divê mêr jî di nav hewldana xwerizgarkirina ji hişmendiya mêrperest de be. Ji ber ku malbata heyî ya ku em li dijî wê ne li ser vê feraseta mêrane hatiye avakirin. Ji ber vê yekê ye ku heta mêr xwe ji vê hişmendiyê rizgar neke em nikarin behsa guherîneke bingehîn bikin.
Malbata heyî li ser bingeha desthilatdariya mêrî û koletiya jinê hatiye avakirin. Malbat ji bilî têkiliya di navbera jin û mêrî de, bi sazîbûn, hişmendî, nirx, çand û hiqûqa xwe yekîneyekê temsîl dike. Ev yekîne li ser bingeha nirxên baviksalar hatine sazkirin.
Helbet di roja me de em nikarin behsa guhertineke bingehîn a ku di demeke kurt de pêk bê bikin. Lê Rêberê Gelan li ser lêhûrbûnên ku kiriye ji bo ku jiyan hêsantir bibe û bingehek bê avêtin modela hevjiyana azad pêşniyar dike û dibêje divê malbatên heyî bên demokratîkkirin.
Di roja me de bi sedan belkî bi hezaran jin di encama tundiya di nav malbatê de tên kuştin. Li nav malbatên ku ewqas kuştin çêdibin de em dikarin bibêjin her roj bi xurtkirina hişmendiya baviksalar qeyran û rizîna di nav civakê de zêdetir dibe. Dema ku demokratîkkirina malbatê bikeve dewrê ew kuştin û tundiya ku di nav malbatê de dest pê dike û li nav civakê belav dibe dê kêm bibe û bi demê re ji holê rabe.
Heke çareserkirina pirsgirêkan bi demokratîkkirina malbatê pêk bê em ê çawa bikaribin vê yekê pêk bînin? Em çawa dikarin demokratîkbûna malbatê misoger bikin? Wek ku me gotî malbatbûn bi hişmendî û bîrdoziya xwe êdî sazîbûniyek e. Ji ber vê yekê ji bo ku ev yekîne li ser bingeha azadiyê bê guhertin di destpêkê de pêdivî bi guhertina hişmediyê heye. Ji bo ku ev guherîn dest pê bike divê di destpêkê de ji aliyê jin û mêran ve bê famkirin ku têkiliya di navbera wan li ser desthilatdarî û paşverûbûna mêran hatiye avakirin û ev têkilî jiyanê li wan herdu aliyan jî dike dojeh. Dema ku ev hat famkirin û têkilî bi awayekî demokratîktir hat bi pêşxistin wê demê em dikarin behsa guherînekê bikin.
Yek ji mijara girîngtirîn jî nehewcedarbûna jinan e. Li cihekî ku jin neçarê mêran bin tu guhertin pêk nayên, ku guhertinek pêk bê jî tenê guhertineke şeklî ye. Tu bandora vê guherînê li ser jiyanê anku li ser demokratîkbûna malbatê nîn e.
Divê mêr li pêşiya xwepêşxistina jinan a di qada parastin, perwerde, aborî û siyasî de nebin asteng. Dema ku mêr nebin asteng û jin xwe bi pêş bixin wê demê em ê bikaribin behsa têkiliyeke wekhev bikin. Helbet li ser van têkiliyên wekhev malbata ku bê avakirin jî dê nebe minyatûra dewletê, bibe qadeke demokratîk.