12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Demîr ji bo Rojnameger Demîr mewlûd da

Malbata Rojnameger û kedkara Çepemeniya Azad Emîne Demîr (Rosîda) 3 roj berê li Qoserê mala şînê vekirin. Malbata Demîr piştî şîna 3 rojan ji bo Rojnameger Emîne Demîr mewlûd da 2 hezar kesan.

Xwediya Îmtîyazê ya rojnameya Azadiya Welat û Midûra Karên Nivîsariyê ya rojnameyê Emîne Demîr (Rosîda Mêrdîn), ji ber rojnamegeriyê 138 ceza lê hatibû birîn. Emîne Demîr piştî ceza lê hat birîn, di nava tevgera azadiyê de xebatên rojnamegeriyê berdewam kir. Rojnamevan Emîne Demîr (Rosîda) piştî xebatên çapemeniyê yên 14 salan, li çiyayên azad qada parastina medyayê, di adarê de di êrişekê de jiyana xwe ji dest da. Piştî agahîya şehadeta wê hat parvekirin, malbata Emîne Demîr 3 roj berê li Qoserê mala şînê vekir. Bi hezaran kesan serdana mala şînê kir û piştevaniya xwe anîn ziman. Di şîna 3 rojan de bi hezaran endam û rêveberên MEBYA-DER, DBP, DEM Partî, Dayikên Aştiyê, rêxistinên civakî, gundên derdorê û saziyên demokratîk, serdana mala şînê kirin. Girseyên ku serdana mala şinê kirin, dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin. Îro jî malbatê ji bo 2 hezar kesan mewlûd da.