Mijara malbat û pîrozbûna wê bi salane mijara sereke ya hem rêxistinên olî hem jî partiyên siyasî ye. Hin alî malbatê wek pêkhateyeke pîroz dibînin hin alî jî dijberê vê yekê dibêjin malbat dewleta biçûk ango bingeha dewletbûnê ye. Yanî bingeha zext û zoran e. Qasî ku ji destê me were em ê di vê nivîsê de behsa malbatê û guherîna wê bikin.
Di destpêkê de divê em bersiva malbat çi ye bidin. Malbat di wateya xwe ya herî berfireh de yekîneya herî piçûk a rêxistina civakî ye. Vê rêxistinbûnê li ser bingeha têkiliyên xwînê (xizmtiyê) tê avakirin. Dîroka malbatê dîrokeke kevnar e û digihêje serdema ku civak li dora jinan kom dibû. Bi vê kombûnê re civakbûn pêşket. Lê di roja me de wateya malbatê ji wateya wê ya rast dûr ketiye. Herçiqas di bingeha malbatbûna berê de bi hev re jiyana jidil pêşketî be jî di roja me de malbatên ku tên avakirin li ser newekheviyeke kûr tên avakirin.
Lêbelê, di roja me de hem ji aliyê têgehî ve hem jî ji aliyê şeklî ve wateyên cuda li malbatê hatine barkirin. Îro malbat li dewsa ku bibe qada jiyana bi hev re bûye qada neheqiyan. Di vê qada neheqiyan de newekheviya jin-mêr, desthilatdarî û hiyeraraşî tê tecrûbekirin û van xalên ku di nav malbatê de tên jiyîn belavê nav civakê dibin. Wek tê zanîn ev xalên ku em dibên bingeha dewletbûnê ne. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku malbat minyatûra dewletê ye.
Di nav malbatê de mêr xwedî nêzikatiyeke serdest in vê nêzikatiya wan bi heman awayî di nav dewletê de jî tê jiyîn. Ango mirov dikare bibêje kolekirina jinan a ku di nav malbatê destpê kir bi demê re bû sedema kolekirina civakê.
Wek ku me got di dîrokê de hem dijber hem parastvanên malbatbûnê hebûne. Îdeolojiyên muhafezekar xwe dispêrin îdeolojiya malbatbûnê û hewl didin xwe biparêzin. Bi gotineke din, ew bi danîna têkiliyên malbatî yên kevneşopî û parastina rolên civakî yên ku ji bo jin û mêran hatine diyarkirin, hebûna xwe didomînin. Ji ber vê sedemê di îdeolojiyên kevneperest ên weke neteweperestî, olî û zayendperest de, malbat saziyek pir girîng e û divê bê parastin. Li aliyê din, tevgerên azadiya civakî yên wekî anarşîst, sosyalîst û femînîst bi fikra ku têkiliyên jin-mêr di nava malbatê de li pêşiya azadiya civakî asteng e, forma malbata heyî red dikin.
Malbata baviksalar jî wek dewletê ji ber ku civak û desthilatdariyê bi hev ve girêdide, xwe wek tiştek jêveneger nîşan dide. Malbat, wekî yekîneyeke civakî, fonksiyonên bingehîn ên jiyaniyên wek starbûn, parastin, hevgirtin, xwarin û zêdebûnê pêk tîne. Di nav malbatê de tenê pêwistiyên madî ên ku hatin rêzkirin tünene elbet her wiha din av vê pêkhateyê de parvekirinên hîsî jî hene. Tirsa ji nenasan û ewlebûna bi nasan tevî hemû aliyên nebaş ên malbatbûnê jî dîsa malbatê dike asteke ku dev jê neyê berdan.
Destpêka malbatbûnê
Me got malbat ango klan rêxistinbûna yekemîn a di nav civakê de ye. Di nav vê rêxistinbûnê de jin û mêr bi heman awayî pêwistî û fonksiyonên jiyanî pêk tînin. Vê pêkhateyê hem bûye qada hillberînê hem jî qada ku tecrûbeyên hatine bi destxistin derbasê nifşên nû dikin. Li gor daneyên ku di kolandinên arkeolojîk de derketine holê û vegotinên mîtolojîk ên ku heta roja me ya îro mane, di vê rêxistinbûna di şeklê klanê de ku di serdema neolîtîkê de civakbûn li derdora jinê pêşketiye de, di navbera jin û mêran de têkiliyên desthilatdariyê tune. Di vê serdemê têkiliyên civakî li ser azadbûnê pêşketine.
Mînakên vê jiyanê hê jî di nav hin kabîleyan de hebûna xwe berdewam dikin. Ji ber ku di nav van çend mînakên wek Mosuo, Minangkabau, Tuareg de jiyan li dor dayikê hatiye holandin di nav wan de zewaca ku encama hişmendiya mêrperest e tuneye. Jin biryara kesên ku dê pê re be bixwe hildibijêre û ne hewceye ku ji bo vê biryarê merasîmekê li dar bixe. Di nav vê têkilîdayinê de heke jin û mêr bi hev nekin dikarin dawî li têkiliya xwe deynin. Kesên ku têkilî bi hev re datînin divê di bin banekî de nejîn. Di vê têkiliyê de mêr li mala dayika xwe dijî, zarokên ku jê çêbin li gel dayika xwe dijîn. Ji ber vê yekê ye ku têgeha bav di nav vê yekîneyê de xwedî ciheke diyarker nîne. Her wiha têgeha mêrbûnê jî xwedî tu wateyek nîne. Têkilî li ser wekheviyek tê pêşxistin û herdu alî jî di biryarên xwe yên jiyanê de ne girêdayê hev in.
Qûtbûna ji malbata xwezayî
Li gor daneyên heyî cara yekemîn Gilgamêş li dijî vê jiyanê dertê û pêşniyara têkiliya xwedavend Îstar red dike. Gilgamêş bi jineke ji perestgehê re dizewice û wê mehkûmê mal û zarokan dike. Di vê zewacê aliyê diyarker Gilgamêş ango mêr e.
Qûtbûna ji malbata xwezayî, pêşketina malbata baviksalar û hişmendiya dewletbûnê di heman serdemê de pêş dikeve.Di malbata baviksalar de bi bêhêzikirina xwedavendê ango jinê re xweda-mêr gav bi gav pêşketiye. Di nav demê de têkiliyên jin û mêran ên ku li ser vê hişmendiya baviksalar pêşdikevin zirar didin civakê û ji bo desthilatdariyê dibe zemîn.
Forma malbata baviksalarî ya pêşî bi şêwaza xanedaniyê pêş dikeve. Serdemek malbata berfireh ku di nav xwe de hiyerarşî û serdestiya mêr tê de ye, nifş li ser bav bi pêş dikeve (berê zarok ên dê bûn di vê sedemê de zarok bi taybet jî kur dibin dewamkerên nifşa bavê xwe), dest pê dike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan malbatê wek saziya ku îdeolojiya xanedaniyê pêş dixe pênase dike û wiha dibêje: “Her mêr di malbatê de xwe wek xwediyê xaniyekê dibîne. Ev îdeolojiya xanedaniyê li pişt têgihîştina malbatê wekî rastiyek pir girîng pir bi bandor e. Di malbatê de jin û zarok çiqas zêde bin, mêr jî ewqas xwe di ewlekarî de dibîne û xwe li gor wî bi rûmetê dihesibîne.”
Pergala kapîtalîst
Mêr ji bo pêşxistina xenedaniya xwe jinan bi kar tînin. Jin wek amûra domandina nifşê mêr dikeve forma koletiyê. Heta sedsala 18’emîn ku modernîteya kapîtalîst pêş dikeve forma malbata mezin di nav civakê de cihê xwe digire.
Pergala kapîtalîst ji bo kûrkirina mêtingeriya li ser jin û civakê serî li dirûşma azadiyê dide. Ji bo karibe civakê bike bin hikmê xwe takekesiyê û malbata biçûk pêş dixe. Vê rêbazê ew newekheviya ku di nav jin û mêr de derketiye kurtir dike. Bi vê pergalê hem ew kolebûna jinan a di nav malê de kurtir dibe hem jî di kar de keda wan bi destheqekî kêm tê mêtin. Pirsgirêka malbatê her ku diçe kûr dibe. Ji ber tu kes li ser bingeha birsgirêkê ango li ser malbata baviksalar alternatîfan pêş naxe. Berovajiyê alternatîfan bi hin dirûşmên çêker pirsgireka heyî kurtir dikin.
Lêgerînên alternatîf
Di dîrokê ji bo vê malbata kaotîk têk bibin xebat hatine kirin. Di sedsala 11’emîn li Ewropayê Begînan li dijî malbata ku li ser xizmatiyê pêş ketiye xebat daye meşandin. Li dijî malbata baviksalar xwestine ku jin çarenûsa xwe diyar bikin. Di vê çerçoveyê de jinan anîne gel hev û jiyaneke komûnal ava kirine. Ji ber ku jin li keşîşxaneyan di bin banê mêran de jiyana xwe nadomînin mirov dikare jiyana li vir jî wek mînak nîşan bide.
Di Mazdeizma ku di sedsala 5’emîn de pêşketiye de jî nêzikatiyeke azadiparêz heye. Mazdeizm li dijî milkperestiyê bû. Têkiliya zayendî û zewac li ser îradeya azad dihatin hilbijartin. Vê nêzikatiya wan xwe di Huremizmê de jî nîşan dide. Her wiha di Karmatiyan de jî heman nêzikatî heye. Yanî têkiliyên jin û mêran li ser esasê azadiyê ye.
Di romana Çernîşevskî ya bi navê Çawa bê kirin? de dîsa lêgerînên têkiliyên ku di navbera jin û mêr de bin divê çawa bin hatiye nivîsandin.
- Engels di pirtûka xwe ya bi navê ‘Der barê Koka Mulkiyeta Taybet û Malbatê’ de behsa nakokiyên di navbera jin û mêran de dike. Di vê pirtûkê de behsa desthilatdariya ku mêr li ser jinê ava kiriye vedibêje.
Dîsa ji aliyê hin aliyên cuda ve mijara malbatbûn, milkiyet, desthilatdarî û dewletbûnê hatiye nîqaşkirin. Em ê hewl dibin di nivîsa hefteya bê de hê kurtir behsa vê mijarê bikin.