Hêzên çekdar ên girêdayî PDK’ê ku di şerê TSK’ê yê li Herêma Kurdistanê de cih digirin, di 28-29’ê tebaxê de li herêma Xelîfan kemîn danîbûn. Di kemînê de 5 HPG’iyan jiyana xwe ji dest dabûn. Hêzên PDK’ê cenazeyên HPG’iyan desteser kirine û 87 roj in cenazeyan nadin malbatên wan.
Malbat ji bajarê Qamişlo yê Qantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo girtina cenazeyên li Deriyê Sînor ê Sêmalka çalakî li dar xistibûn. Dayikên Aştiyê û malbatên Nesrîn Temîr a YJA STAR’î û Yûsif Îbrahîm ê HPG’î li deriyê sînor 50 roj in kon vedane. Nobeda malbatan di roja 50’emîn de berdewam dike.
Di nava rojê de nûnerên rêxistinên civaki hatin serdana konê nobedê û piştgirî dan malbatan. Gelek sazî, rêxistinên sivîl, partiyên siyasî yên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê serdana nobetê dikin û nobetê dewr digirin. Dayik bi israr in ku heta girtina cezayên zarokên xwe nobeda xwe bidomînin.
Malbata Şenyaşar 260 roj in Nobeda Edaletê digirin
Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 260’emîn de berdewam kir. Malbatê li cihê ku weke “Quncikê Edaletê yê Malbata Şenyaşar” tê binavkirin, çalakiya xwe berdewam kirin.