Adorno dibêje “mal qediya” (ku em bêjin “xelas-xilas bû” dê wekî; “mal rizgar bû” bê fêmkirin loma dibêjim qediya) lê ku mala rastîn giyan û bedena însan be dê mal çawa ‘biqede?’ An jî mala ku diqede çi ye? Furûx jî dibêje “Mal reş e.” Reş çi ye, tarî û nebûnî, yan tiştên din?
Bi îngilîzî mal “home” bi îspanyolî “casa” ye. Bêmalên wan wiha ne: “homeless” (bêmal), “sîna casa” (bêmal) … Lê tu “bêmaliyek” wekî ya kurdan zingezing ji dil û hinavan nayne. Mal, bêmal… Mala kurdan ku der e? Li ku ye mala kurdan? Bêmaliya kurdan kengî û çawa dest pê kiriye? Mesela koçberiya niha ya di şexsê koçberên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê de tê jiyîn, çend km. dûrî me û malên me ye?
Îja bawer nakim ku di tu zimanî de “bêmal” wekî “bêmal” a kurdan “bêmal” be. Lew dema em dibêjin bêmal û dibin strana “lê lê bêmal” em dizanin ku bêmalî ne tiştekî bi malê ve, bi hebûn an nebûna wê ve girêdayî ye. Na bêmal, “bêmal” e û hew! Loma kurd hemû bêmal in, di malên xwe de û bi malên xwe bêmal in û ev mînak li tu derê dinê nîn e. Niha Adorno dibêje: “Ger wisa be mala we zûde qediyaye.” Belkî jî ji roja roj ve, ji wê roja ku me ji vî welatê ji me re jî ji tu kesî re nabe ‘welat’ re got “mal”, mal qediya. An jî welat bi xwe qedandina malan e. Tew belkî her kes bêmal e lê ya wan wekî ya me kurdan naxwiyê. Ji ber ku em heyînên demborî ne û bedena me ya ku mala me ya rasteqîn e jî me roj bi roj ber bi bêmalbûnê ve dibe.
Li aliyê din malên kurdan kesên/endamên ne li malê hene. Wekî wê strana ku niha ji zarokatiya min bilind dibe; “ne li mal, ne li mal, ne li mal e (erê sê car!) Girtiyê li hepsan ne li mal e…” Wan “ne li malên” rûgeş ne tenê li heps û zindanan in lê li koçberiyê û li welatê dûr in ku bi şaşî navê mirinê lê kirine. Em li vir bisekinin û li bêmalî, bermalî (erê bermalî berê tenê navê sivnikê-li hin herêman- û jinên malê bû, niha wateya xwe berfireh kiriye) û li bêmaliya xwe binêrin. Ev malên ku wekî “beden”ê me dipêçin û ew bêmaliyên ku wekî “xanî û avahiyan” em dorpêç kirine çi yên me ne? Li ser şopa strana “lê lê bêmal” em gulên kîjan malên qediyayî ne?
Furûx risteya xwe li vê gotarê bar dike û careke din dibêje: “mal reş e.” Mal reş e erê. Mal tarî ye. Lewre yan em, an jî ezîzên ber dilan ne li mal in loma jî mal bêmal e, qediyaye, reş e. Em li dûr an jî li nêv malên xwe yasemînên bêmaliyê ne û Kurdistan bi Kurdistan vedibin. Li nêv malên hilweşiyayî û ava, yên tije û vala, siya bêmaliyek ebedî ne em. Loma jî niha di vê êvara bêmal de dibêjim; mal nîn e mal nîn e! Beden jî nîn e, xanî jî. Lew çav, ji sedî tenê (li gorî encamên zanistî yên dawî) pazde dibîne. Ger malek hebe, miheqeq ew di nav ji sedî heştê û pêncan de cih digire ne di nav korbîniya ji sedî pazde de ye. Stêrka êvarê ya ku diya min û hemû ezîzekan man lê dest dihejînin jî dibêje; mal nîn e, mal nîn e. Mal her der e û ne tu der e. Mal her beden e û ne tu beden e. Mal, her dem e û ne tu dem e. Bi nînemalî dibêjim; mal baş!