Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe yên ji bo “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihînin tevahiya civakê, didomînin. Ev xelat li gelek bajaran didomin. Siyasetmedarên DBP û DEM Partiyî, li Şirnexê jî tax bi tax, gund bi gund digerin û hewl didin xwe bigihînin her kesî. Di serdanan de hem banga Abdullah Ocalan hem jî kampanyaya HDKê ya “Ji bo aştiyê milyonek îmze” tê vegotin.
Endamê Meclisa Partiyê (PM) yê DBPê Hikmet Duman diyar kir ku bi xebatên xwe re ew li dijî şer aştiyê birêxistin dikin. Duman, got: “Di vî şerî de me gelek kes winda kirin û bedeleke mezin da. Bandora şer li tevahiya civakê bû. Di çarçoveya kampanyaya HDK’ê de me li Şirnexê heta niha 6 hezar îmze kom kirine. Armanca kampanyayê milyonek îmze ye. Lê belê hedefa me ew e ku ji milyonekê zêdetir îmzeyan kom bikin. Taybetiya vê kampanyayê, civakîkirina aştiyê ye. Ev xebat, bangeke ji bo meclisê, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî bû. Ev îmzeyên dê ji Meclisê re bên şandin, ji bo aştiya welat girîng û watedar e.”
Duman, anî ziman ku ew kampanya û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêjin û got: “Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, me xebatek danî pêşiya xwe. Di vê çarçoveyê de em diçin serdana gelê xwe, girîngî û wateya bangê vedibêjin. Em aştiyê ji gel re vedibêjin. Tiştên ji bo aştiyê pêwîst vedibêjin. Gelê Botanê, di têkoşîna azadî û demokrasiyê de bedelên giran da. Di her malbatê de hema hema 3 kesan canê xwe ji dest dane. Di esasê xwe de herêma herî zêde pêdiviya bi aştiyê heye ye. Lewma xwedî li kampanyaya îmzeyan derdikevin û cidî nêz dibin. Di vî şerî de zirar gihiştiye hemû gelên bindest ên Tirkiyeyê. Lewma aştî ji bo her kesî ya bi xêr e. Em banga xwedîderketina li aştiyê û pêvajoyê li gelên Tirkiyeyê dikin.”