Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27 sal in li girava Îmraliyê di şertên tecrîdê de tê ragirtin. Li ruxmê şertên tecrîdê, 27 sal in hewl dide ku meseleya kurdî bi rêya diyalog, muzakere û siyaseta demokratîk çareser bike. Perspektîf û pêşniyarên xwe pêşkêşî dewletê û saziyên demokratîk û civakî dike. Lê rayedarên dewletê her tim dijber tev digerin. Têkildarî hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê hêviyê hevserokê MAF-DADê Mahmut Şakar pirsên rojnameya Azadiya Welat bersivandin.
Tecrîd çiqas rabûye? Şertên Îmraliyê çiqas li gorî şertên standart ên cîhanê ne?
Meseleya tecrîdê ne tenê li girtîgeha Îmraliyê, bi gelemberî li hemû girtîgehên Tirkiyeyê û gelek welatan heye. Girtî di şertên tecrîdê de dijîn. Li dijî tecrîdê gelek rêgez hene. Rêgeza Mandela rêgeza sereke ye. Lê tecrîda li Îmraliyê û tecrûbeyên ku birêz Abdullah Ocalan dijîn, ji hemû rewşên heyî cuda ne. Girtîgeha Îmraliyê ne weke wan girtîgehên din ên tecrîd li wan heye. Îmralî bi taybetî ji bo birêz Ocalan hatiye avakirin. Di esasê xwe de girtîgeha Îmraliyê ji bo tecrîdê hatiye avakirin. Girtîgeha girava Îmraliyê tê wateya girtîgeha tecrîdê. Girtîgeha Îmraliyê ji destpêkê de, 27 sal in, di aliyê hiqûqî û îdarî de bi rejîmek pir taybet tê birêvebirin. Mirov nikare tenê bi ‘girava tecrîdê’ pênase bike. Di heman demê de girtîgheke xwedî hiqûqa taybet û rêveberiya taybet e. Geşedanên ku li îmraliyê bi pêş dikevin bi statuya taybet a li îmraliyê ve girêdayî ne. Li Girtîgeha Girava Îmraliye pirsgirêka ku birêz Ocalan û hevalên xwe dijîn ev e ku qural û zagonên Tirkiyeyê yên heyî jî li vir derbas nabin. Biryar û quralên li girtîgehên din jî li vir derbas nabin. Hişmendî û nêzîkatiya serdest û rêveberiya li Îmraliyê li ser esasê keyfiyetê hatiye avakirin. Rêveberiya giravê li gorî demê û li gorî pêvajoyê biryarê dide.
Bi hevditinan çiqas tecrîd rabûye?
Di van şertan de bi taybetî di salek dawî de di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hin hevdîtin têne kirin. Lê ev nayê wê hateyê ku tecrîd rabûye. Dijberî vê yekê tecrîda heyî wekî xwe didome. Di vê pêvajoya salekê de 2 caran parêzer çûn hevdîtinê. 2-3 caran jî malbat çûn. Dîsa bi peryodek bêîstiqrar şande diçin hevdîtinê. Lê hevdîtinek bi rêk û pêk nayê kirin. Ev rewş tecrîda li Îmraliyê ji holê ranake. Tecrîd didome. Girava Îmraliyê hîn şertên tecrîdê dijî. Em dikarin bibêjin ku birêz Ocalan û hevalên xwe di bin tecrîda giran de dijîn. Em dem bi dem peyaman jê werdigirin an jî bi rêya şandeyan dem bi dem agahiyan jê werdigirin. Lê ev nayê vê wateyê ku şertên birêz Ocalan baş bûne. Ev nayê wateya ku ev rêveberiya taybet û hiqûqa taybet bi dawî bûye. Heta îro rejîm û pergala Îmraliyê pergala tecrîdê ye. Şertên birêz Ocalan û hevalên xwe lê dijîn şertên tecrîdê ye. Ez ne di wê qenaetê de me ku li girava Îmraliyê guhertinek çêbûbe.
Tirkiye çiqas li gorî biryara DMMEyê tev digere? Heger tev nagere sedema vê çi ye?
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa yê, li ser mafê hêviyê biryar da. Biryara Mafê Hêviyê ya DMMEyê heye. Mantiqa bingehîn a vê biryarê, kesekî/e ku 25 salan li girtîgehê mabe, divê rewşa wî/ê ya girtîgehê ji nû ve di ber çavan re bê derbaskirin. Li ser vê mijarê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê berpirsyar e ku vê biryarê bişopîne û li ser raweste. Konseya Ewropayê li ser dosyaya birêz Ocalan bi giştî der barê 4 dosyayan de bendewariyên xwe ji Tirkiyeye xwest. Li gorî biryara cezayê muebetê yê girtîgehê, girtî heta dawiya temenê xwe divê di girtîgehê de bimîne. DMME vê biryarê ji bo girtî wekî kiryara îşkenceyê pênase dike. Ev ceza cara yekemîn ji bo birêz Ocalan di zagonên tirk de bi cih kirin. Beriya darizandina birêz Ocalan di TCKê de guhertinek wisa qanûnî tune bû. Piştî cezayê darvekirinê rakirin cara yekemîn bi taybet ji bo birêz Ocalan xala zagonê ya cezayê muebeta giran li zagonan zêde kirin. Ev jî cezayê darvekirinê ya ku li demê hatiye belavkirin. Li gorî vê zagonê girtî heta ku sax be, dê li girtîgehê bê hiştin. Bi vê xalê cezayê darvekirinê li demê hat belavkirin. Dîsa girîngiyeke din a vî cezayî heye. Kesên ku ev cezayê heta hetayê li wan hatiye birîn, di şertên îzolasyona pir taybet de têne ragirtin. Di tecrîda giran de têne ragirtin. Ji xwe girtîgeha Îmraliyê berê grava tecrîdê bû. Lê bi cezayê muebeta giran krasekî hiqûqî li vê tecrîdê kirin. Bi taybetî hemû girtiyên ku cezayê muebeta giran wergirtine (nêzî 4 hezar girtî). Ev girtî di heman demê de di şertên înfaza taybet de dimînin. Biryarên ku li ser van 3-4 dosyayên mafê hêviyê bê dayîn, dê li hemû girtiyên di van şertan de bandorê bike. Tirkiye di vê mijarêde ji bo daxwazên Konseya Ewropayê û DMMEyê pêk bîne, divê van zagonên xwe biguherîne. Ji bo van guhertinan neke, li dijî guhertinan li ber xwe dide. Tirkiye hem di daxuyaniyên li dijî DMMEyê de û hem jî di hemû belgeyên ku pêşkêşî Lijneya Weziran a Ewropa kiriye de, an pirsgirêkan nabîne û an jî pirsgirêkan biçûk dibîne. Bi nêzîkatiyeke çavbiçûk li meseleyan dinihêre. Dibêje hêjmarek biçûk eleqeder dike. Lê tevî birêz Ocalan zêdetirî 4 hezar girtiyên siyasî eleqeder dike. DMMEyê ev rewş wekî binpêkirina mafan û îşkenceyê pênase kir. Tirkiye wekî rewşeke îstisna dibîne. Tirkiye vê rewşê wekî pirsgirêk nabîne. Seranser nêzîk dibe. Bi vê nêzîkatiyê her tim DMME û Konseya Ewropayê mijûl dike. Naxwaze vê biryarê pêk bîne. Tirkiye bi vê sekna xwe mekanîzmayên navneteweyî mijûl dike.
Hûn sekna hikûmet û dewletê ya li dijî gavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çawa dibînin?
Piştî vê pêvajoyê Dewlet Bahçelî li meclisê diyar kir ku ew dikarin mafê hêviyê nas bikin. Ev parçeyê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Di nav salekê de gavên gelek mezin hatin avêtin. Diviyabû îktîdar û hikûmeta heyî gavên pêwîst biavêta. Li hemberî gavên mezin ên ku birêz Ocalan û gelê Kurd avêtin, ev mesele nekiriye mijara niqaşê jî. Di vê rewşê de sekna hikûmetê li holê ye. Divê hem li gorî pêdiviyên biryarên DMMEyê û hem jî li gorî ruhê pêvajoyê hin gavan biavêjin. Lê gav neavêtin.
Di van şertan de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çiqas dikare pêvajoyê bi pêş ve bibe?
Di destpêka vê pêvajoyê de hemû alî bûbûn hemfikir ku ji bo ev pêvajo bi pêş bikeve û birêz Ocalan bikaribe bêhtir serbest û azad bixebite. Diviyabû şert û mercên birêz Ocalan bihatana başkirin. Heta ku şert û mercên birêz Ocalan neyên başkirin, birêz Ocalan dê nikaribe pêvajoyê bi pêş ve bibe.
Ji bo pêşketina pêvajoyê diviyabû Tirkiye çi bikira?
Dema em li vê rewşê dinihêrin, em dibînin ku mercên pir bi sînor hene. Çûyîna şandeyê jî pir bi sînor e. Heta niha diviyabû ku dem bi dem zanyar, rojnameger, akademîsyen, nûnerên siyasî bikaribûna biçûna cem birêz Ocalan û li ser pêvajoyê nîqaş kiribûna. Yek ji gava ewil ku hikûmetê biavetana ev gav bû. Lê di vê mijarê de jî tu gav nehat avêtin. Dema em li pêvajoyê dinihêrin, pêvajo li ser milê birêz Ocalan bi pêş dikeve. Hikûmetê hem sozên xwe pêk neanîn, hem jî gavên ku biavêtana neavêtin. Ji bo birêz Ocalan serbest bixebite şertên azad ava nekirine. Pêvajo tenê bi çend hevdîtinên teng û bisînor bi pêş nakeve.
Girîngiya çûna komîsyonê ya Îmraliyê çi ye?
Di vê pêvajoyê de gavên hatin avêtin avakirina Komîsyona meclisê bû. Dîsa çûyîna şandeya komîsyonê ya cem birêz Ocalan bû. Her çend di bin baneyê komîsyonê de hemû partiyên siyasî nebûn jî cara yekemîn di bin banê meclisa Tirkiyeyê de komîsyonek hat avakirin û çû îmraliyê. Bi çûna komîsyona meclisê rol û rista birêz Ocalan a di çareseriyê de hem li Tirkiyeyê û hem li cîhanê careke din hat dîtin.
Hûn raporên komîsyonên partiyên AKP, MHP û CHPê çawa dibînin?
Raporên ku CHP, MHP û AKPê pêşkêşî meclisê kirin, pir paşmayî bûn. Di vê pêvajoyê de van partiyan bêyî ku rewşa xwe, feraset û sekna xwe biguherînin, îdia dikin ku destekê didin vê pêvajoyê. Rasterast dijberiya xwe ya li dijî pêvajoyê tînin ziman. Ji ber ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, ji bo Tirkiyeyê jî gelek destkeftiyên mezin bi xwe re bîne. Dikare ji bo tifaqa gelê kurd û tirk gavên pir erênî bi pêş bixe. Dewlet ji ber geşedanên cîhanê nikare aşkere li dijî vê pêvajoyê derkeve. Hemû partî bi awayekî cuda dixwazin dirêj bikin. Di raporan de xuya dibe ku dixwazin pêvajoyê dirêj bikin. Tu niyet û hewldanên wan ên ku pêvajoyê bi pêş bixin tune ye. Dijberî vê yekê pêvajoyê an nabînin an jî înkar dikin.
Hûn helwesta gelê kurd û helwesta aliyên kemalîst û îslamîst a li hemberî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çawa dibînin?
Birêz Ocalan di daxuyaniya ewil de got ‘Eger bi rastî ji bo ev pêvajo bi ser bikeve û bigihîje encamê, divê hemû kes xwe biguherînin.’ Divê dewlet jî xwe biguherîne. Divê hêzên di nav dewletê de jî xwe biguherînin. Birêz Ocalan heman guhertin li tevgera xwe ya siyasî jî ferz kir. Hem xwest PKK xwe fesix bike, hem jî teza ‘Entegrasyona Demokratîk’ bi pêş xist. Xwest gelê kurd jî xwe biguherîne. Li aliyekî gelê kurd di şexsê birêz Ocalan de pêvajo da ser milê xwe. Li aliyê din, hewl dide ku erk û berpirsyariya pêvajoyê jî bi cih bîne. Lê aliyê kemalîst û îslamîst, li dijî vê guhertin û veguhertinê israr dike. Dîsa di çapemeniya wan de û kesên “Entellektuel” de, dijberiya xwe ya ji bo aştiyê israr dikin. Di sekna xwe ya berê de israr dikin. Eger ev guhertin pêk neyê, pêvajo dê bixitime.
Hûn dikarin hewldanên Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriyê binirxînin?
Nêzî salekê ye pêvajo didome. Li ruxmê hemû nêzîkatiyan gavên yekalî hatin avêtin. Em dibînin ku birêz Ocalan felsefe, hêvî û kelecana vê pêvajoyê ava kiriye. Ji xeynî wî, em kesên cuda yên ku vê pêvajoyê bi pêş bixin û mezin bikin nabînin. Em dibînin ku birêz Ocalan hemû hewldan û enerjiya xwe ji bo bipêşxistina vê pêvajoyê xerc dike û hêviyên xwe pir zindî dihêle. Ji bo astengiyên li pêşiya vê pêvajoyê hewldanên mezin nîşan dide. Di vê mijarê de birêz Ocalan tenê tê hiştin. Aliyê hikûmetê û dewletê peywira ku dikeve ser milê wan nakin. Ji bo aştî bibe civakî û zimanê aştiyê bi pêş bikeve ti hewldanên wan tune ne. Ji bo meseleya kurdî çareser bibe, hewldanên guhertina zagonî tune ye. Dîsa ji bo pêvajoya şer bi dawî bibe guhertinên zagonî tune ne. Hikûmet û dewlet pêvajoyê dirêj dikin û ji demê re dihêlin. Ku hikûmet û dewlet bersivê nede, birêz Ocalan di van şertên heyî de, di şertên pir bi sînor de, dê çiqas bikaribe pêvajoyê bi pêş bixe? Hemû barê pêvajoyê û barê çareseriya meseleya dîrokî li ser milê birêz Ocalan hatiye barkirin. Di şertên pir zor de hewl dide vî barî rake û meseleyê çareser bike. Civaka kurd û gelê kurd ji ber ku ji birêz Ocalan bawer dike li pişt vê pêvajoyê ye. Divê hemû civaka sivîl û demokratîk bêhtir berpirsiyariyê bide ser milê xwe. Divê ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bêhtir bike civakî. Divê vî barê ku li ser milê birêz Ocalan hilgirin ser milê xwe û barê wî sivik bikin. Divê beşên demokratîk bêhtir bar bidin ser milê xwe. Ev gava ku birêz Ocalan avêtiye, ji bo gelê kurd, tirk û hemû Rojhilata Navîn ji bo çereseriya vê meseleyê hêviyek mezin e.
