Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê (RMMK) der barê girtiya siyasî ya kurd Zeyneb Celaliyan agahiyan bi raya giştî re parve kir.
RMMKê têkildarê rewşa Zeyneb Celaliyan ya ku li Îranê di girtîgehê de tê girtin de ragihand ku zêdetirî sed roj in ji mafên xwe yên hevdîtina bi malbatê bêpar hatiye hiştin.
RMMKê da zanîn ku ji ber îşkenceyên giran ên fîzîkî û derûnî pirsgirêkên tendirustî yên Zeyneb Celaliyan payda bûne. Lê tevî van pirsgirêkan jî nikare ji mafên xwe yên xizmetên tenduristiyê sûd werbigire.