Polîsan li Amedê bi ser MED-DER, Payiz Pirtûk û ANKA’yê de girt û zêdeyî 30 kesan binçav kirin. Di rojên dawî de êrîşên li ser ziman û saziyên ziman zêde dibin. Nivîsên kurdî reş dikin, ciwanên bi kurdî diaxivin qetil dikin û dayikên bi kurdî diaxivin li nexweşxaneyan derman nakin.
Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahît Akîl der barê polîtîkayên dewletê yên li dijî ziman û êrîşên li ser saziyên ziman de nirxandin kir û got: “Em êrîşên li ser saziyên ziman û xebatkarên ziman şermezar dikin. Ev êrîş ne ji rêzê ne. Bi salan e li ser ziman polîtîkayên bişaftinê û înkarê tên meşandin. Saziyên kurdî û xebatkarên ziman li dijî van polîtîkayan têkoşînek mezin dimeşîne. Zimanê kurdî li Rojhilata Navîn zimanekî qedîm e. Dîsa gelê kurd li Rojhilata navîn gelekî qedîm e. Zimanê kurdî û gelê kurd li gel vê dîroka xwe ya qedîm sed salin bi polîtîkayên înkar û bişaftinê re rû bi rû ye. Berê jî êrîşên bi vî rengî pêk hatin. 100 sal in zimanê kurdî li Tirkiyeyê înkar dikin. Her çendî wekî TRT6 xizmeta kurdî kiribin jî di esasê xwe de gavên xapînok in. Em dibîn ku kurd ji ber bi kurdî diaxive rastî êrîşan tên.”
Cahît Akîl bal kişand ser astengiyên dewletê yên li dijî xebata ziman û wiha pêde çû: “Polîtîkaya şerê taybet dimeşîne. Dewlet bi TRT6’ê dixwaze zimanê kurdî wekî çek li dijî kurdan bikar bîne. Dixwaze bi zimanê kurdî li dijî kurdan şer bike. Bi zimanê me çêrî me dikin. Armanc ziman li di jî me wekî çek bikar tînin. Van polîtîkayên AKP’ê Tirkiye xitimandiye.”
Cahît Akîl bal kişand ser bandora tecrîdê ya li ser qedexeya ziman û wiha lê zêde kir: “Zêdeyî 4 sal in li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan tecrîdek giran heye. Em di van 4 salan de dibînin ku li ser tevahiya civakê tecrîdek mezin heye. Bi vê tecrîdê polîtîkaya kûrkirina şer dimeşînin. Her roj li ser jin, ciwan û hemû beşê civakê tundî pêş dikeve.”
Di şexsê wî de ziman qetil kirin
Cahît Akîl bal kişand ser helwesta partiyên siyasî yên muxalif a li dijî qedexeya li ser ziman û wiha lê zêde kir: “Divê di aliyê siyaseta demokratîk û di aliyê entellektuelên Tirkiyeyê de têkoşîna ziman pêş bikeve. Divê rewşenbîrên kurd erka ku dikeve ser milê wan baş bikin. Divê siyaseta kurd bêtir zext û tundiya li ser zimanê kurdî têxe rojeva meclisê.
Me dît ku mehek berê ciwanê kurd Hekîm Lokman li Stenbolê ji ber bi kurdî axivî hat qetilkirin. Kesek ji ber zimanê xwe axivî ye hatiye qetilkirin. Di esasê xwe de qetilkirina ziman e. Qetilkirina ciwanekî kurd, qetilkirina tevahiya civaka kurd û zimanê kurdî ye.”
Cahît Akil destnîşan kir ku kurd ji mafê xwe yê perwerdehî û xizmeta zimanê kurdî sûdê nagirin û wiha lê zêde kir: “Gelê kurd ne gelekî kêmar e. Di her alî de kurd xwedî maf in. Divê siyaseta kurd van pirsgirêkên gelê kurd bi rêk û pêk têxe rojeva meclisê û li ser raweste. Hem siyaseta kurd û hem jî gelek sazî û dezgehên kurd ji ber bi tirkî diaxivin di nava civakê de dibe sedema bertekan. Wekî saziya kurdî em ji qada siyasî û saziyên civakî pêşniyar dikin ku zimanê siyasetê û xizmeta civakê li her qadê bikin zimanê kurdî. Divê rewşenbirên kurd di nava civakê de bi kurdî xizmetê bikin. Di siyasetê de axaftina tirkî bandorek pir neyînî li ser civakê dike. Di aliyê siyasetê de axaftina kurdî bandorek pir erênî li ser gel û siyasetê dike. Ji bo şikandina siyaseta înkarê divê li her derê û her demê em bi kurdî biaxivin. Li hemû qadên jiyanê her dem divê em bi kurdî biaxivin. Hem qada siyasî, hem qada civakî û hem û qada entellektuel divê di her qadên jiyanê de zimanê kurdî bikin zimanê jiyanî. Îro hewceyî her dem û li her derê bi pêşxistina kurdî heye. Divê di her kurdekî de, li her derê û her demê hişmendiyakurdî bê avakirin.”
Cahît Akil bang li hemû beşên civakê kir û wiha bi dawî kir “Hewce bi pêngava li her qada jiyanê xwedîderketina zimanê kurdî heye. Divê nûnerê hemû rêxistinên siyasî, çandî, civakî, aborî û hemû qadên jiyanê ziman bikin rojeva sereke. Li her derê û her demê kurdî divê. Ziman ruhê netew û civakê ye. Xwedîderketina ziman, xwedîderketina ruhê civakê ye. Hebûna ziman xwebûna civakê ye. Mafê xwezayî û xwedayî ye. Divê ne ji bo em li hemberî serdestan îspata heyî û hebûna xwe bikin, divê ji ber zimanê me heye û mafê me yê xwezayî û xwedayî ye, em ziman biparêzin. Em li heyî û hebûna xwe xwedî derkevin. Li hemû sazî û dezgehên xwe bi zimanê xwe biaxivin.”