Li gorî malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranê, rewşa tenduristiyê ya Zeyneb Celaliyan nebaşe û metirsî li ser jiyana wê heye.
Hate gotin ku piştî 24 saetan emeliyatê, bê ku tedawiya Celaliyan dawî bibe ew vegerandine girtîgehê. Li gorî heman çavkaniyê ji ber nebûna xizmeta tenduristiyê ya pêwîst, nebûna xurek û bê dermaniyê, rewşa Zeyneb a tenduristiyê nebaşe.
Hêjayî gotinê ye ku Zeyneb Celaliyan di sala 1982yan de li bajarê Mako yê ser bi parêzgeha Urmiye ya rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Di sala 2007an de bêyî fermana dadwer li Kirmaşan hat binçavkirin û di 25ê sibatê de bi tometa ‘Hewldana li dijî asayîşa nîştimanî û şerê li dijî xweda’ cezayê bidarvekirinê lê hat birîn. Lê dadgeha temyîzê piştre cezayê wê guherî yê heta hetayî.
