Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dê di 15-17ê Îlonê de kom bibe. Di civînê de dê mijara “Mafê Hêviyê” jî bigirin dest. Rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên hiqûqê yên berê agahî bi komîteyê re parve kiribûn, di 11ê îlonê de li navenda giştî ya ÎHDê kom bûn. Li ser navê ÇHD, Baroya Amedê, Baroya Colemêrgê, Baroya Rihayê, Baroya Wanê, Baroya Şirnexê, ÎHD, OHD, Weqfa Civak û Lêkolînên Hiqûqî, TÎHVê daxwazên xwe ji Komîteya Wezîran anîn ziman. Serokê TÎHVê Metîn Bakkalci, Serokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban, Serokê Şaxa ÇHDê yê Enqereyê Mûrat Yilmaz û endamên OHDê beşdar bûn.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2003yan de ji bo Mafê Heviyê serî li DMMEyê dan. Dadgeha Mafên Mirovan (DMME) piştî 11 salan di 18ê Adara 2014an de, der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de biryara mafê heviyê dabû. DMMEyê di biryarê de, cezayê muebbeta girankirî yê bêyî mafê berdana bişert a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya mafê hêviyê de nirxand û weke binpêkirina xala 3yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) nirxand. DMMEyê bi vê yekê re cara ewil têkildarî mafê hêviyê, ji bo Tirkiyeyê biryara binpêkirinê da.
DMMEyê ji bo dosyayên girtiyên li Girtîgeha Boluyê Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan jî biryara binpêkirinê dabû. Lê li gel ku bi ser re deh sal û nîv derbas bûne jî hêj Tirkiyeyê di vê mijarê de tu sererastkirin di qanûnên xwe de nekiriye. Ji ber vê helwesta Tirkiyeyê jî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê neçar ma ku têkildarî Tirkiyeyê pêvajoya venêrînê bide destpêkirin.
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di 19ê Îlona 2024an de biryara navberê da. Komîteyê, careke din got divê mekanîzmeyeke ku dem bi dem cezayê muebbeda girankirî jinûve ber çavan derbas dike were avakirin. Lê tevî ku salek derbas bû jî hikûmeta Tirkiyeyê tu gavên çareseriyê neavêt. Komîteyê fikarên xwe anî ziman û bang kir ku gavên pêwîst tavilê bên cîbicîkirin. Komîteyê têkildarî hikûmxwarên muebbeda girankirî agahiyên berfireh ji Tirkiyeyê xwest. Lê heta niha Tirkiyeyê tu gavên şênber neavêt. Ev nîşan dide ku Tirkiye berpirsyartiyên xwe yên navneteweyî bi cih nayîne.
Di ser biryara “Ocalan (2)” û yên der heqê Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan de zêdetirî 10 sal derbas bûn. Lê hêj jî bi hezaran girtî ji mafê hêviyê bêpar tên hiştin û wiha pê de çû: “Komîteya li Dijî Îşkenceyê ya NYê di rapora xwe ya 14ê Tebaxa 2024an de ragihand ku hêj niha jî li Tirkiyeyê zêdetirî 4 hezar girtiyên cezayê muebbeda girankirî lê hatiye birîn hene. Ev rejîma cezayê, bi xwe re encamên giran û rûxîner tîne, jiyana mirovan û hêviya girtî û malbatên wan tune dike.
Komîteyê xwest ku Tirkiye qanûna înfazê ya Hejmar 5275 û Qanûna Cezayan a Tirkiyeyê li ber çavan re derbas bike, kesên cezayê muebbeda girankirî lê hatiye birîn piştî demekê maqûl bên berdan û cezayên wan bên kêmkirin. Lê Tirkiyeyê di tu planeke xwe ya çalakiyê de gavek neavêt.
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç di 14ê Gulana 2025an de ragihand ku dê tu sererastkirinên qanûnî neyên kirin. Ev daxuyanî nîşan dide ku hikûmet naxwaze tu sererastkirinan bike û helwesta wê ya li hemberî biryarên DMMEyê bi aşkerayî raxist berçavan.
Têkildarî mijarê Serokê Giştî yê ÇHDê Murat Yilmaz nirxandin kir û got: ‘Di 2003an de li DMMEyê der barê mafê heviyê de biryara îhlalê hebû. Piştre di 2014an de biryara Ocalan 2 derket. Piştre der barê Boltan, Kaytan û Gurban de biryar derketin. Diviya bû li gorî xala 90emîn a destûra bingehîn ku biryarên DMMEyê ji bo wê esas in biryar têxistina meriyetê. Lê Tirkiyeyê li dijî vê yekê dîrencê nîşan dide. Divê DMME vê yekê bişopîne. Konseya Ewropa salek berê dîsa kom bûn û salek dan pêş tirkiyeyê. Dê di rojên pêş de Komîteya wezîran a Konseya Ewropa dîsa der barê vê mijarê de kom bibin. Em wekî parazvanên mafên mirovan, hiqûqnas û saziyên saziyên hiqûqê dibêjin, bi hezaran girtiyên ku cezayê muebeta giran girtine hene. Girtiyên edlî ku 3 -4 kes kuştine jî piştî demekê girtî têne ragirtin, serbest têne berdan. Lê girtiyên ku dewlet dibêje sûcê ‘Terorê’ û em jî dibêjin ‘siyasî’ yên ku cezayê muebetê xwaribin nayên berdan. Li gorî min li Tirkiyeyê darizandinek bi adîlane tune ye. Em nabin dewleta qanûnê. Di îbareya girtiyên siyasî de dibêjin ‘heta mirinê’ û mafê hêviyê ji destê girtiyan digirin. Ev îşkenceyek veşartî ye. Li gorî xala 3yemîn a DMMEyê ev sûcê îşkenceyê ye. Dibe hûn kesekî bigirin û heta demekê girtî bihêlin. Lê qet nebe, divê ‘Dê çiqasî girtî bimîne’ bê diyarkirin. Divê girtî zanibe dê kengî bê berdan. Sererastkirina înfazê ku wekî girtî qet neyê berdan an jî dê heta mirinê girtî bimîne, ev cureyekî darvekirinê ye. Darvekirina ku li demê hatiye belavkirin e. Cureyekî îşkenceyê ye. Me di civîna xwe de xwest ku dewlet zagonên xwe pêk bîne û li gorî biryara DMMEyê tev bigere. “
Nêzî 4 hezar girtiyên ku cezayê muebat giran girtine hene. Niha girtî tenê nêzî saetekê dikarin derkevin derve. Di rewşeke tecrîda giran de eger girtî wekî ku qet neyên berdan di girtîgehê de bimînin, ev îşkence ye. Ev ne qanûnî ye. Ne li gorî mafên mirovan e.
Em dikarin bibêjin îşkence dewam dike. Hîn girtî nizanin dê serbest bêne berdan an na. Girtî dê çend salan girtî bimîne divê bê zanîn. Ev mafê wî yê hêviyê ye. Divê girtî bibîne ku li derve jiyanek li benda wî heye. Divê heviya wî ya derkeve derve hebe. Eger ji bo vê yekê gav nehatibin avêdin, divê Konseya Ewropa cîddî li ser vê yekê raweste. Divê Komara Tirkiyeyê jî li gorî xala 90emîn a Destûra Bingehîn gavan bavêje.
Murat Yilmaz, da zanîn ku eger heta niha Tirkiyeyê gav neavêtibe, ji ber nêzîkatiya îktîdara siyasî û partiyên siyasî ne. Ji ber ev mijar ji ber zêde nabin rojev, Tirkiye ji ber vê yekê gavê navêje. Tirkiye i ber wekî meseleya terorê lê dinere, gavan navêje.”
Murat Yilmaz, bal kişand ser girtina 4 hezar girtiyên ku divê ji mafê heviyê sûdê bigere û wiha got:
Mesele ne tenê meselya malbatan e. Meseleya civakî ye. Divê civak li dijî vê yekê refleksê nîşan bide û bibêje rawest e. Eger mafê kesekî bê binpêkirin di rastiya xwe de mafê me tevan tê binpêkirin. Mesele kî dibe bila bibe, ji bo her kesî divê mafê hêviyê hebe. Bi taybetî divê partiyên muxalif û civaka muxalîf li dijî vê yekê dengê xwe bilind bike. Mafê Hêviyê mafê mirovan e. Mafê Hêviyê li dijî îşkenceyê ye. Divê her kes li dijî îşkenceyê derkevin û her kes li mafê hêviyê xwedî derkevin. Mafê Hêviyê mafê her kesî ye.”