Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron û Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, bi telefonê bi hev re têkilî danîn û têkiliyên di navbera her du welatan de nîqaş kirin. Alîkarê Reîsî Mûhammed Cemşîdî, li ser hesabê xwe twitterê der barê mijarê de daxuyaniyek da. Cemşîdî, diyar kir ku Macron û Reîsî danûstandin (nukleer), bûyerên li herêmê û xurtkirina têkiliyan di navbera her du welatan de axivîne.
Welatiyên Fransayê Benjamîn Brîere û Bernard Phelan ji aliyê Îranê ve hatibûn girtn. Brîere di gulana 2020’î û Phelan jî di cotmena 2022’an de hatibû girtin. Brîere û Phelan beriya mehekê hatibûn berdan. Beriya Brîere û Phelan di 10’ê sibatê de jî welatiya Fransayê lêkolîner Farîba Adelkhah ku li Îranê girtîbû, hatibû berdan.
Axaftina di navbera Macrox û Reîsî piştî van geşedanan pêk hat û bi qasî 90 deqeyî berdewam kir. Hate ragihandin ku Macron û Reîsî li ser ‘nexşerêyekê” li hev kirine, lê der barê mijarê de agahiyên berfireh nehatin dayîn.
Li Îranê hê jî çar fransî girtî ne.