Ma Music ku li Amedê xebatên çandî dimeşîne, di navbera 21’ê çileyê û 1’ê sibatê de cara yekemîn derket tûrneyê. Ma Musicê tûrneya xwe bi dorê li Enqere, Stenbol, Îzmîr û Amedê pêk anî û konserên mezin dan. Her wiha di tûrneyê de ji bo zarokan atolye jî li dar xistin. Di tûrneya xwe de Ma Music bi vê repertûara berfireh “Kezî, Govend e, Dola Zebare, Şalûlvan, Nexşe Mîrza, Fadike, Yar Gijloke, Solo Ritim, Seydik, Dîleman, Kela Xoye, Hey Dad, Erê Gulê, Hoy Dil, Mesture” derket peşberî hezkiriyên xwe û demên xweş bi wan da jiyandin.
Ma Music ku xebatkarên wê yên ji rojhilatê Kurdistanê jî hene, di tûrneya xwe de jina kurd a ciwan Jîna Emînî ku bi kuştina xwe bû çavkaniya serhildana “Jin Jiyan Azadî” ya li Rojhilat û Îranê ji bîr nekir. Her wiha Ma Musîcê, di tûrneyê de bi strana “Kezî” bal kişand ser têkoşîna Jina Emînî ya bi hinceta servekirinê ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin. Wisa jî di roja dawîn a tûrneya xwe ji bo kampanya HDP’ê “Xezîneya me gelê me ye” konser da.
Tûrneya li ser daxwazan
Hunermend û perwerdekara muzîkê ya Ma Musicê Sarya Ertaş, der barê tûrneya wan de ji rojnameya me re axivî û qala armanc û eleqeya ji bo tûrneya wan kir. Sarya Ertaşê, diyar kir ku ji ber gel gelek ji wan daxwaz kiriye ku derkevin tûrneyan derketine tûrneya xwe ya yekemîn û wiha got: “Gelek daxwaz dihatin kirin. Gelek kesan ji me re peyam dinivîsandin û em vedixwendin bajarên xwe. Ji ber ku xebatên li ser ziman û konserên bi vî awayî kêm mane, dixwazin êdî tiştên wiha bibînin. Li ser van daxwazan me jî biryar da ku em derkevin tûrneyê.”
Ertaşê, destnîşan kir ku ji ber qedexekirina konseran a li wan tûrneya xwe ya yekemîn li Enqere, Stenbol û Îzmîrê pêk anîne û ev tişt anîn ziman: “Xebatên li ser ziman qedexe dikin; ji ber ku dizanin ev huner çêbibe û ev ziman têk neçe wê hin tişt xweştir bibin. Em dizanin pêşeroja me li ser ziman e. Ji bo vê jî em stranên ku tên jibîrkirin ji nû ve dixwînin, tînin ser dikan û aranje dikin. Em nahêlin ku têk biçin û bên jibîrkirin. Ji ber ku li van bajaran polîtîkayên bişaftinê di asteke bilind de ne û zimanê kurdî re zehmetî û astengî tên derxistin me jî xwest em xwe hinek bigihînin van bajaran û bibêjin ku hûn nikarin van konseran betal bikin. Erê hûn dikarin betal bikin jî em ê li kuçe û baxçeyan konseran bidin.”
Hewldana ji bo zarokan
Di berdewama axaftina xwe de Ertaşê bi lêv kir, li bajarên ku çûne ji bilî konseran ji bo zarokan atolyeyan jî çêkirine û vê der barê de ev tişt gotin: “Ji aliyê zarokan ve eleqeyeke baş hebû ji bo atolyeyên me. Hewce nake zarok her gav û saet bên atolyeyekê ango qursekê. Em xwe digihînin wan. Li her bajarî Ma Muzic û mamosteyên Ma Muzicê tune ne. Em bi dildarî û bi kêfxweşî van xebatên xwe dikin. Em van atolyeyan tenê ji bo rojên konseran çênakin. Bi van atolyeyan em hewl didin zarokan bikin nav xebatên hunerî û xebatên xwe bi zimanê xwe bimeşînin. Bibînin xebatên muzîkê çawa tên kirin. Em hewl didin zarok xwe di nav muzîkê de bibînin.”
Ertaşê, destnîşan kir ku li hemû bajarên çûnê eleqeyek baş û xweş ji bo wan hebûye û wiha pê de çû: “Ji ber pêvajoya pandemiyê û qedexeyên ku dihatin derxistin em difikirîn ku kêm kes bên konserên me. Lê wisa nebû. Her bajarên ku em çûnê û eywana ku em lê bûn cih nema. Hemû eywan tije bûn. Heta ji ber vê eleqeyê me xwest ku roja duyemîn jî konser bidin lê ji ber ku dema me tune bû ev yek pêk nehat. Me di konseran de nêzîkatiya baş a li keda xwe dît. Ev jî kêfxweşiyê dide mirov.”
Planên pêşerojê
Ji bo repertûara wan jî Ertaşê da zanîn ku bi yek repertûarê tûrneya xwe pêk anîne û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Di her konserî de em bi yek repertûarê derketin ser dikê; bi stranên me yên ku hatine qlîbkirin, me ew nû arenje kirine û em ê nû bixwînin. Em ji bo her bajarekî repertûarekê çênakin. Ji ber ku her kes me bi stranên me nas dike. Em stranê arenje dikin heta ji destê me bê li her konserê dixwînin. Piştî demekê dibe ku em