Jineke xizan berê xwe da sûka bajêr da ku satila xwe ya dimsê bifiroşe û ji zarokên xwe re hewcedariyên malê bikire. Di rê de zilamek rastî wê hat û got ew çi ye tu difiroşî. Jinikê got dims e. Mêrik got ka ez lê mêze bikim. Dema jinikê hewl da satila xwe ji ser serê xwe deyne, satil bi aliyekî bû û hinek dims bi ser kirasê mêrik de rijiya. Mêrik xwe aciz kir û ji jinikê re got divê tu hezar baqnot heqê kirasê min bidî. Jinkê got ez feqîr im belengaz im ka ez ê hezar baqnotî ji ku bînim lê mêrik bi israr got divê tu bidî.
Xortekî ku bala xwe dida wan hate nêzî wan bû û ji jinika ku dest bi girî kiribû pirsî: Te xêre dayê çima tu digirî, ev zilam çi ji te dixwaze? Jinkê got hal û meseleya me ev e ka ez rebena xwedê hezar baqnotî ji ku bînim.
Ciwan berê xwe da mêrik û jê re got ha ji te re hezar baqnotê te. Mêrik rahişte pereyan û pişta xwe da wan ku biçe. Lê xortê delal gazî mêrik kir û got me heqê kirasê te da lê te kiras li xwe hişt, ma wiha dibe, divê tu wî kirasî bidî me. Mêrik got ma ez ê çawa bê kiras di nava sûkê de bimeşim. Xortê delal got te heqê kirasê xwe girt em jî kiras dixwazin.
Mêrik got heyran qurban wiha nabe lê xort got an tu yê perê me bidî yan jî kiras. Mêrik got ez ê heqê kiras bidim te. Xortê delal got ez heqê kiras 2 hezar baqnotî dixwazim. An jî tu yê kiras bidî û tazî di nava vê sûkê de biçî malê.
Mêrik ji xorto re got ma ev ne zilm e ne guneh e tu wiha li min dikî. Xorto got ma ew ne zilm bû ne guneh bû te wiha li vê rebenê dikir. Wiha mêrik neçar ma 2 hezar baqnotê xorto dayê, wî jî ew pere da xwediya dimsê.