18 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ma ax ji me bawer e !

Pirtûk xweş û bi zimanekî herikbar hatiye nivîsin. Heq heye ku van lehengan û ew roj neyên jibîrkirin; ew rojên giran, bargiran bêne nivîsîn û bibin para wêjeyê, çi bi roman, kurteçîrok, helbest, bîranîn û hwd.

Ka li binê vî ezmanî, na wele li vê gerdûnê kê yan çi wate daye hebûnê.  Kî, çi me tevan û her tiştî distrîne di pêxila xwe de.  Belkî gerdûnê ew an jî wê gerdûn bi avakirina xwe, xwe abadîn kir. Ku ne ax bûya, wê çi wateya hebûn, zeman, jiyan an jî gerdûnê. Nizanim, belkî hûn jî nizanin.

Temam av her tiştî diafirîne, lê kî, çi her tiştî dihewîne?

Hewa û agir bila dilê xwe negirin. Rastî jî “em ji axê hatine em ê herin axê.”

Lê ax, ax… ma kî ne di dilê wê de, ne di pêxila wê de ye!

Em pê li ku kin, qêrîn û hawarek nebihîstî heye hûn dizanin! Belê her kes nabihîse, lê yên ku dibihîsin hene û wijdanê wan radibe qapanê, dinivîsin, dilorînin, diqîrin, weke Hogir Berbir ku Xendeka Biloka nexşandiye û qîrîna axê gihandiye dil û mejiyên me.

Belê, êdî ev ax mîna Gora Komî ye. Ev rehên me ne û em bi wan, bi xêra wan dijîn û ji ked, xwêdan û xwîna wan xwedî dibin.

Hîn reşewrên Duwazdehê  Îlonê ango rezbera hezar û nehsed û heştêyî bi ser me de kon venegirtibû. Ewrên giran li ser jiyana me diçûn û dihatin. Li Stasyona Mêrdînê li lojmana mamosteyan dimam û apê min mêvanê me bû. Wek her carê êvarê dîsa eletrîk çû û em man di tariyê de. Me lembeya don a kevnare pêxist, bêhna don em sergêj kirin. Apê min ji Qezê-Qoserê hatibû, nîvheyirî dipeyivî. “Lawo karekî min li Qezê hebû, dereng mam. Lê min tiştin bihîstin wele hişê min sekinî. Dibê telebe li Blokan bi eskeran re ketine şer, yek navê wî Kazim Xoce ye, çi ye. Dibê heta dawiyê şer kiriye, ku fîşekên wî qediyane, tivinga xwe şikandiye, bangî eskeran kiriye, nêzîkî nîvsaetî peyiviye. Esker şaş mane. Lê şer e, ku diçin ser cenazê wî hurmetê didinê. Xelk wiha dipeyive gelo ev çi ye?”

Tiştek ji dilê min qurifî û heta sibehê hişê min nehat serê min.

Lê va Hogiro nivîsiye. Wexta min xwend guvaştina dil, heyranî û pêşveçûna lêgerîna azadiyê dilê min haş kir. Belê va ev xak dipeyive.

Çend rêzan ji pirtûkê parve bikim û berdewam bila ya dilê we be. Destxweş û her dilê te rohnî be Hogirê hêja ku van rûpelan li wêjeya şoreşê zêdebûn.

“Şêrzan ji kêfan êdî nizanibû dê çi bike, ji dilgermî û wêrektiya şervanan û coşa gel re êdî destê wî nema ji wan qetiya, berê xwe da Kazim Xoce û got:

‘Hevalê Xoce, tu Xocê kîjan camiyê yî, ez jî dixwazim bêm wê camiyê û tev li cimaeta we bibim.’

Pêşî her kes şaşwaz bû, paşê pixînî bi tevan ket û keniyan. Şêrzan ji kenê wan tiştek fahm nekiribû û bi awayekî şikestî li benda axaftina Kazim Xoce bû; xwe negirt û got:

‘Heval min tiştekî xerab negot?..’

Kazim Xoce destê xwe danî ser milê wî, hinekî firkand û bi ken..”(Rp.37)

“Sohbeta wan bi henekan wiha berdewam kir. Silê Remo sifreya xwarinê li ber wan raxistibû, li ser sifreyê jî henekên xwe bi hev re dikirin û ken ji ser lêvên xwe kêm nedikirin.

Bêhna çiyê bi bayê ku diket hundir, xwe berî nav difnên wan dida û dêhna dilan bi afûr û kafûrê xweş dikir. Carinan bêhna sergînê di axuran de jî xwe dilivand û di qorziyên şibakê û deriyan re derbasî nav difnên wan dikirin. Bêhnek nexweş be jî bi bayê re dikişandin hundirê xwe.

Hişê wan, tevger û armanca wan, raz û birdoziya wan li ser dinyayeke wan a din bû. Ev dinya ji armanc û rêzikên hebûna wan pêk dihat û xala bingehîn bû ku dest li ser nedihat dayîn. Çi xêzik û razên dinyayî hebûn, ji tevgerîna xelasiya ajoyên kesayetî wêdetir, tevî aşopan li ser riya zanebûn û şiyabûna netewîtiyê dikirin bîr û bawerî û li pey wê diçûn.” (Rp.67)

Pirtûk xweş û bi zimanekî herikbar hatiye nivîsin. Heq heye ku van lehengan û ew roj neyên jibîrkirin; ew rojên giran, bargiran bêne nivîsîn û bibin para wêjeyê, çi bi roman, kurteçîrok, helbest, bîranîn û hwd. Bîra me divê nebe para biyaniyan, bibe hebûn, jiyan û rastiya civaka me. Niha ev qelsî heye û nivîskar wêrekiyek, ligel kêmasiyan, daniye holê. Ez dibêjim ev karekî ne ji rêzê ye. Ji bo fêhmkirina niha, fêhmkirina rabirdûye asas e ku em dahatûya xwe rohnî û tekûz bikin. Divê hestên cangoriyan bêne zanîn. Helbet divê hunersazî û hûnandin li pêş be, ne rijî. Em deyndar in, deyindarên axa xwe ne ku ji me bawer be. Gelo ma axa me ji me bawer e! Bersiva vê pirsê dengê wijdanê ye.

Dibêjim nivîsa xwe bi helbestek rêzdar E. Pêşew biqedînim ku têklidarî rastiya dilê me û romanê ye;

“Leşkerê Wenda

dema şandeyeke biyanî tê welatekî,

tacgulekê dibin ser gora

şervanê winda.

ger sibê

şandiyeke biyanî were welatê min

û ji min bipirse: ka gora

şervanê winda?

ez ê bibêjim: ezbenî,
li berava her coyê
li ser doşkê her mizgeftê
li ber deriyê her dêrê
her şikeftê,
li ser kevirê zinarê her çiyayî
li çiqê her dara daristanê
li kurdistanê
li her bosta axê
li her geza esman…
xem nake, piçekî xwe bitewîne
û tacgula xwe lê deyne.”

Xaka zêrîn xweşmala me ye ku me hindik berdêl nedayê!

——

Xendeka Biloka

Gora Komî

Hogir Berbir

Roman

114 rûpel

Weşanxana Aram-2024

——

Bi hêviya xwendinê.