10 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Lûtkeya hilkişînê nîşaneya daketinê ye

Dewleta ku hilweşîna xwe û bilindbûna kurdan dibîne, li ber xwe dide, hewl dide xwe ji vê têkçûnê û kurdan jî ji serkeftinê dûr bigire. Ji bo wê rabûn, çûn Îmraliyê û hawara xwe birin wir. Xwestin wan ji têkçûnê bifilitîne. Lê dermanê tirsê û têkçûnê tune ye

Di dîrokê de gelek hêz hene, ku destpêkê bûne dewlet an serwer, piştre gihîştine asta împaratoriyê û hikum li ser erdekî mezin ê cîhanê kirine û piştre ji ber hin sedemên navxweyî yan derveyî ji lûtkeyê daketine û ber bi tunebûnê ve çûne. Roj hatiye ew hêza li cîhanê hikum dikir, bi lêdaneke hêzeke nû, têk çûye û ji dîrokê rabûye. Gava em li dîrokê binêrin, em dikarin wisa hinek mînakan bidin û ber bi roja me ve werin:

Berî zayînê bi sê hezar salan (Bz.2334-2154) li ser axa Mezopotamyaya jêrîn dewleta Akad a gihîşt asta împaratoriyê hebû. Vê împaratoriyê 180 salan hikum kir, dawî ji ber serhildanên navxweyî bi êrişa Gûtiyan têk çû.

Împaratoriya Babîl (Bz.626-539), 87 salan li ser van axan hikum kir, ji aliyê persan ve ku artêşa wan bi piranî ji medan pêk dihat, hat hilweşandin.

Împaratoriya Persan a Ahamenîş (Bz.550-330), 220 salan li ser axa med û persan hikum kir, lê dawî bi êrîşa Îskender hat hilweşandin.

Împaratoriya Makedonyayê (Bz.808-108), 640 salan hikum kir, dawî ji aliyê hikumdariya Roma ve hat daqurtandin.

Împaratoriya Romayê (Bz. 753-476 Roma Rojava), 277 salan hikum kir, Romaya Rojava hilweşiya, lê ya Rojhilat domiya.

Mînakên piştî zayînê;

Împaratoriya Çînê (Bz. 202- Pz.220), 442 salan hikum dike, lê ji ber şerên navxweyî têk diçe.

Împaratoriya Romaya Rojhilat (Bîzans) (330-1453), 1123 salan hikum dike, ji aliyê dewleta Osmanî ve tê têkbirin.

Împaratoriya Sasaniyan (224-651), 427 salan hikum kir bi fethên ereban dawî lê hat.

Dewleta Ebasiyan, (750-1258), 508 salan hikum kir, di encama êrîşên Mogolan de têk çû.

Împaratoriya Selçûkiyan, (1037 – 1194) 157 salan hikim kir, bi parçebûnê dawî li xwe anî.

Împaratoriya Mogolan (1206 – 1368), 162 salan hikum kir, paşê parçe bû û dawî lê hat.

Dewleta Osmaniyan (1299 – 1922), 629 salan hikum kir, piştî şerê cîhanê yê yekemîn hilweşiya.

Împaratoriya Safawiyan (1501 – 1736), 235 salan hikum kir, bi hilkişîna Afşariyan re dawî lê hat.

Împaratoriya Rûs (1547 – 1917), 370 salan hikum kir, bi şoreşa Lenîn têk çû.

Împaratoriya Avusturya-Macaristanê (1804 – 1918), 114 salan hikum kir, lê di encama şerê cîhanê yê yekemîn de hilweşiya.

Em dibînin ku piraniya van împaratoriyan li ser axa kurdan an li derdora axa kurdan jiyane. Yanî Mezopotamya her dem bûye qada bilindbûn û daketina împaratoriyan. Piraniya van împaratoriyan ji asta dewleteke biçûk dest pê kiriye, piştre hêz girtine û berfireh bûne, gihîştine lûtkeya mezinbûna xwe û roj bi roj ber bi jêr ve daketine heta rojekê bi derbekê hilweşiyane û bi piranî yan li holê nemane, yan li şûna wan hêzên din bûne şiyandar.

Piştî şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn jî bi rêya parçekirin an parkirina cîhanê ya di navbera hêzên sermayedar de, gelek dewletên biçûk an nîvmezin hatin avakirin. Dewletên sermayedar û desthilatdar ji bo xwe vekişînin ser erdnîgariya xwe û li şûna erdên jê vekişiyane dewletên lawaz û bi xwe ve girêdayî çêbikin, rastkêş girtin destê xwe û li ser nexşeyê welat par ve kirin. Ji van mînakan a herî balkêş Afrîqa ye. Dewletên wek Lîbya, Cezayîr, Çad, Nîjer, Misir, Sûdan, Botswana, Namîbya, Afrîqaya Navîn, Bûrkîna Faso û li Rojhilata Navîn dewletên wek Urdun, Iraq, Erebistana Siûdî, Kuwêt, Sûriye û Tirkiye bi destê îngilîz û fransiyan hatin xêzkirin. Di encama vê xêzkirinê de gelek miletên din hatin mexdûrkirin, ku kurd yek ji van miletan in.

Di encama vê parvekirinê de dewleta îngilîz ku li başûrê Kurdistanê û dewleta fransî ku li rojavayê Kurdistanê desthilatdar bûn, vekişiyan û cihê xwe ji partiya Baas a bi serweriya ereban re hişt. Di ser vê parvekirinê re 80 sal, di ser damezirandina komara Tirkiyeyê re 100 sal, di ser parçebûna Kurdistanê ya di navbera Pers û Osmaniyan de, 1386 sal derbas bûn. Van dewletan dîrokeke mezin dûvdirêj a bi êş û jan bi kurdan dan jiyandin, lê îroj kurd di warê zanist, rêxistinî, exlaq û bîrûbaweriyê de û bi çand, ziman, dîrok, huner û kevneşopiyên xwe yên rehên xwe berdane kûrahiya dîrokê li pêş desthilatdarên xwe ketine û dewletên desthilatdar di nav pirsgirêkên navxweyî û paşverûtiyê de ketine pêvajoya sernişûvçûnê û roj bi roj diherifin, dihelin û hildiweşin.

Ji van dewletan, dewleta Îranê bi zordariya olî, bi darvekirin, tirs, saloxdarî, zîndanîkirin û dûrgirtina mirovên xwe ji pêşketinên cîhanê, dixwaze temenê xwe dirêjtir bike, wek dareke kevnare ya ji hundir ve agir pê ketibe, êdî xelasiya wê ya ji vê têkçûnê tune ye, pêvajo herçendî dirêj bibe jî hilweşîn nêz û vebir e.

Dewleta Iraqê jixwe ev çend sal in hilweşiyaye û tenê bi alîkariya dewletên cînar û sermayedar li ser piyan tê hiştin. Di encama vê lawazbûnê de, kurdan xweserî bi dest xist û dikarîbûn serxwebûn jî bi dest bixistana, lê ji sedemên navxweyî yên kurdan û êrîşên dewletên desthilatdar ev yek pêk nehat, lê her gav dikare pêk were.

Sûriye jixwe têk çû û hîn ber bi ku ve biçe ne diyar e. DYA hewl dide û dixwaze bi kotekî vê dewletê li ser lingan bigire, her wiha armanca Tirkiyeyê jî girtina li ser lingan a dewleta Sûriyeyê ye, ku tirs û gumana wan tev avabûna dewleteke kurdî ye. Ji bo ev yek pêk neyê, teroristê xelat danîbûn jêkirina serê wî, bi cilûberg û kravat vexwendin qesra xwe, lê dikin û nakin, nikarin Sûriyeyê ji têkçûnê û hêzên kurdî jî ji bilindbûnê bi paş ve bixin.

Bêguman xala girîng li Rojhilata Navîn dewleta Tirkiyeyê ye ku ew ketiye pêvajoya hilweşînê. Dewleta ku hilweşîna xwe û bilindbûna kurdan dibîne, li ber xwe dide û hewl dide xwe ji vê têkçûnê, kurdan jî ji serkeftinê dûr bigire. Ji bo wê rabûn, çûn ber lingên Îmraliyê û hawara xwe birin wir da ku riyekê li ber wan veke û wan ji têkçûnê bifilitîne, lê mixabin ne dermanê tirsê heye û ne jî yê têkçûnê.

Li jor me dîroka bilindbûn û têkçûna împaratoriyan rêz kir. Tirk jî wê ji vê qederê rizqê xwe bistînin. Dewleta îngilîz ew damezirand, destek dayê, xurt kir, bilind kir, anî lûtkeyê û êdî bi destpêkirina sedsala duyemîn a vê komara çêker re, daketina ji lûtkeyê dest pê kir. Roj bi roj em dibin şahidê têkçûna dewleta tirk a ji aliyê exlaqî, civakî, siyasî û aborî ve û vê yekê ev dewleta xwînxwar xistiye nav  hilweşîneke xurt, ku li şûna wê hêza kurdî ya birêkûpêk, xwedîexlaq, civak û siyaset serî dide der û derdikeve ser ruyê erdê, dest bi şanîdana hebûn û jîna xwe dike.

Niha dem dema kurdan, serdema kurdî û çaxa Kurdistanê ye. Ti hêz êdî nikare pêşî li ber bilindbûna kurdan bigire. Rojava gav bi gav azad dibe, gav bi gav dest dide Başûr û her du bi hev re mezin dibin. Ev mezinbûn dest dide Rojhilat û rejîma dardeker û paşverû roj bi roj têk diçe, diherife û dewleta tirk li ber lingên vê pêşveçûnê çem û çem diçe.

Ev yek ji dîroka bi hezarê salan diyar e û zû ne dereng kurd wê bigihîjin azadiya xwe ya heqkirî. Ev sedsal gav bi gav dibe sedsala kurdan.