Bi dehan serkirde û serokên welatên Erebî û nûnerên Ewropî di Civîna Lûtkeya Erebî ya ku duh li Bexdayê hat lidarxistin, hatin cem hev. Di lûtkeyê de behsa rewşa Sûriye aloziya li li Xeza, Sûdan, rewşa Lîbya û Yemenê hatin kirin û di dawiyê de encamnameya lûtkeyê hat aşkerakirin.
Sûriye
Encamnameyê bal hat kişand ser rewşa Sûriyeyê. Hate diyarkirin ku divê rêz li hilbijartinên gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhate û rengên wê were girtin û hate gotin : “Divê piştgiriya ewlehî û istiqrara Sûriyeyê were kirin ku bandore li ewlehiya tevahiya herêmê dike.”
Di encamnameyê de piştevanî bi yekitiya xaka Sûriyeyê hat nîşandan û destwerdanên derve yên li karê navxweyî yên Sûriyeyê hat redkirin. Her wiha destwerdanên Îsraîlê yên li ser xaka Sûriyeyê hatin şermezarkirin. Encamnameyê îşaret bi vê yekê kir ku “ji bo pêvajoya siyasî ya derbasbûyî ku pirrengî û aştiya civakî ya Sûriyeyê biparêzin gav werin avêtin û rêzê li bawerî û pîrozeyên tevahî beş û pêkhateyên gelê Sûriyeyê bê kirin û dewleta Sûriyeyê ji nû ve bê avkirin. ”
Di encamnameyê de birydara serokê DYA’yê Donald Trump a rakirina cezayan li ser Sûriyeyê hat pêşwazîkirin.
Filistîn
Encamnameyê der barê pirsgirêka Filistînê de, bang li civaka navneteweyî hat kirin ku zextê li Îsraîlê bike bila şerê xwe li dijî Tevgera Hemasê rawestîne û rê bide ku alîkariyên mirovî derbasî Xezayê bibin.
Lubnan
Têkildarî Lubnanê jî, piştgiriya bi Lubnanê re li dijî astengiyan hat nîşandan. Her wiha piştgirî bi yekitiya xaka Lubnanê û parastina sînorê ji êrişan hat kirin.
Yemen
Der barê Yemenê de encamnameyê de piştevaniya xwe bi Yemenê û hewldanên pêkanîna ewlehiyê re nîşan da. Hate gotin, divê çareseriyeke siyasî were dîtin ku dawî li şer û parçebûnê bîne.
Sûdan
Di encamnameyê de der barê Sûdanê de, bang li hemû aliyan hat kirin ku beşdarî hewldanên çareserkirina aloziyê, bi taybetî danezana Cedayê bibin. Her wiha banga parastina serdestî û yekitiya xaka Sûdanê hat kirin.
Lîbya
Ji bo Lîbyayê jî, beşdarên lûteyê di encamnameyê de banga çareserkirina aloziyê bi rêya diyaloga nîştimanî kir û destwerdanên biyanî li Lîbyayê red kirin. Dîsa jî banga derketina tevahî hêzên biyanî û çeteyan ji Lîbyayê kirin.