Ajansa National News a Lubnanê (NNA) ragihand ku hêzên ewlehiyê yên dewleta Lubnanê bajarokên Raşana, Nîha û Kefûr El Erebî ji penaberên Sûriyeyê vala kirine. Ajansê diyar kir ku hêzên ewlehiyê beriya valakirinê hişyarî dabû penaberan.
Li gorî heman çavkaniyê, sedema derxistinê ew e ku penaber bi awayekî nerewa li van bajarokan bi cih bûne û milkên taybet ên lubnaniyan bi kar anîne.