Serhildana rojhilatê Kurdistanê ya li dijî rejîma Îranê ku ji ber kuştina jina kurd Jîna Emînî beriya du mehan dest pê kiribû berdewam dike. Her wiha piştgirî û piştevaniya ji bo vê serhildanê jî her ku diçe mezintir dibe. Di vê çarçoveyê de gelek rêxistinên navneteweyî û kesên navder bi awayên cûr be cûr bertekên xwe tînên ziman û piştgiriya xwe ya ji bo serhildanê radgihînin.
Lîstikvana îranî Suheyla Golestanî jî li ser hesabê xwe yê medya sanal dîmenek parve kir û piştgiriya xwe ya ji bo serhildana li dijî rejîmê ragihand. Di dîmena ku hatiye parvekirin de Golestanî û derhêner Hamît Purazerî jî di nav de gelek hunermend jin û zilam cih digirin û bi awayekî bêdeng piştgirî didin serhildanê. Hemû hunermendên jin di dîmen de serê xwe vekirine.