Di hilbijartina 31’e Adara 2024’an de desthilata AKP’ê xwestibû hilbijartina li Xalfetiyê betal bike. Lê li ser îtîrazan hilbijratin nehat betalkirin û hevşaredarên DEM Partiyê hatin ser kar. Lê piştî mehan vê carê qeyûm tayîn kirin. Beriya hilbijartinê qeyûmê berê ji bo şaredariyê nede DEM partiyê serî li hemû hîle û lîstikan dabû.
Piştî hilbijartinên xwecihî, piştî ku DEM Partiyê li Rihayê dengê xwe zêde kir û şaredariyên 7 navçeyan bi dest xistibû. Li ser îtirazên AKP’ê biryar hatibû dayin ku li navçeyên Curnê Reş û Xelfetiyê hilbijartin bê nûkirin. Lê piştî îtîrazan ev biryar li Xelfetiyê hatibû betalkirin û hatibû qebûlkirin ku li navçeyê DEM Partî bi ser ketiye.
Piştî ku biryara nûkirina hilbijartinê hatibû betalkirin qeyûmê li Xelfetiyê nîvê şevê ewraq û hin eşya ji şaredariyê dizîbûn. Dîmenê vê yekê hatibûn kişandin. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan ev dîmen weşandin û rastiya peyûm bi raya giştî re parve kir. Di dîmen de hatibû dîtin ku qemyonek li ber deriyê Şaredariya Xelfetiyê hatiye rawestandin û gelek belge lê hate barkirin. Hevşadarên ji DEM Partiyê û rayedarên wan piştî rojekê hatin Şaredariya Xelfetiyê û tespît kirin ku sîstema kamera jî hatiye dizîn.
Hevşaredara Xalfetiyê Saniye Bayram ku piştî hat hilbijartin li ser rewşa şaredariyê nirxandin kiribû. Bayram anîbû ziman ku sedema betalkirina biryara nûkirina hilbijartinê rêjeya bilind a dengên wan bû û gotibû: “Roja hilbijartinê qeyûm li gundan geriya û pûsûlayên mohrkirî belav kir. Li gelek deveran bi rengekî komî deng hatibû bikaranîn. Pûsûlayên di destê wan de mayî jî şewitandin û îdîa kirin ku me pûsûla şewitandine. Tevî vê yekê jî di hilbijartinê de em li pêş bûn. Ji ber ku di dengdanê de nikarîbûn me têk bibin, dest bi lîstikan kirin. Li desteya hilbijartinê ya navçeyê îtiraz kirin. Ji ber ku delîlekî şênber nebû, desteya hilbijartinê ya navçeyê îtiraz red kir. Vê carê li desteya hilbijartinê ya bajêr îtiraz kirin. Mixabin li vê derê jî biryar hate dayin ku hilbijartin bê nûkirin. Vê carê me serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) dan. YSK’ê biryara nûkirina hilbijartinê betal kir û mazbata da me. Di dawiya vê pêvajoyê de edalet bi cih hat.”
Saniye Bayram anîbû ziman ku xwedîderketina gel a li DEM Partiyê bandor li YSK’ê kir ku biryara nûkirina hilbijartinê betal bike û gotibû: “Gelê me di asteke bêhempa de xwedî li vê hilbijartinê derket. Piştî ku dengdan bi dawî bû, kesî qada dengdanê neterikand. Heta kêliya dawî jî bi rengekî girseyî tevgeriya û deng bêxwedî nehişt. Di vê demê de heta ku me mazbataya xwe wergirtin em tevî gelê xwe tevgeriyan.”
Saniye Bayram destnîşan kiribû ku li gorî lêkolînên destpêkê yên li Şaredariya Xelfetiyê kirin, tespît kirin ku 400 milyon lîre deynê şaredariyê heye, wê lêkolîna berfireh piştre bikin û vî deynî jî ji gel re eşkere bikin. Saniye Bayram got, “Di lêkolîna destpêkê de me tespît kir ku nêzî 200 personel li şaredariyê hene, ku li gorî kar hejmareke zêde ya xebatkaran heye. Piraniya lêçûnên mehane yên şaredariya me lêçûnên personelan e. Em ê gavên pêwîst biavêjin. Her wiha kêliya ku em destpêkê çûn me dît ku hem li avahiya şaredariyê hem jî li xeraja wesayitan cîhazên qeydkirina kamera hatine jêkirin û birin. Têkildarî vê yekê me gilî kir. Em ê bi gelê xwe re parve bikin. Rewşa giştî ya şaredariya me piştî lêkolîneke berfireh em ê bi gelê xwe re parve bikin.”
Saniye Bayram bibîr xistibû ku xizmetên wan wê li gorî berjerwendiyên gel bin û gotibû “Em ê bi feraseteke şaredariya demokratîk xizmetê ji gelê xwe re bikin.”
Qeyûmê ku bi hîle û lîstikan şaredarî be dest nexsit vê carê bi hêza Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî şaredarkiyê kir û dîsa vîna gel xesp kir.
Di hilbijartina 2014’an de jî gelek lîstik amade kiribûn
Rêvebera DEM Partiyê ya Xalfetiyê Ayfer Haykir, beriya hilbijartinê diyar kiribû ku di 5 mehan de 4 hezar û 239 hilbijêr bi awayekî nelirê û bi lîstikan qeyd kirine. bi 70 rêbazên cuda îtîraz kirin û bi hinceta “Qapî bike û bizeliqîne” îtîrazên wan hatine redkirin.
Ayfer Haykir, destnîşan kiribû ku Partiya Aştî u Demokrasiyê (BDP) di hilbijartina 31’ê Adara 2014’an de ji sedî 58 (10 hezar û 458) deng girt û şaredarî bi dest xist û gotibû: “Di sala 2016’an de qeyûm tayînî şaredariyê kirin. Di hilbijartinên rêveberiya herêmî ya 31’ê Adara 2019’an de dîsa nelirêtî hat kirin. Nelirêtiyên ku di sala 2019’an de kirin, niha careke din vê nelirêtiyê dubare dikin. Niha beriya hilbijartina 31’ê Adara 2024’an herî kêm 3 hezar û 492 hilbijêr ji derve anîne navçeya Xalfetiyê. Ev hilbijêrên ji derve anîn e û li îkametgehên nêzî AKP’iyan qedy kirine. Di hilbijartinên dawî yên giştî de hejmara hilbijêrên navçeya Halfetiyê 26 hezar û 768 kes bûn. Di 1’ê Cotmeha 2023’an de 4 hezar û 239 hilbijêr lê zêde bûne û hejmara hilbijêran gihiştiye 30 hezar û 43 kesan.”