12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lîstika şerê taybet ê qirêj vala derket 

Nivîskarê Rojnameya Welat Cûmalî Dogan bal kişand ser lîstik û planên Dewlet Bahçelî û hikûmete û diyar kir ku lîstika şerê qirêj û taybet vala derket.

Nivîskarê Rojnameya Welat Cûmalî Dogan di quncikê xwe yê vê hefteyê de bi sernavê “Lîstika şerê taybet ê qirêj vala derket” bal kişand ser planên Dewlet Bahçelî û hikûmetê. Nivîsa Cûmalî Dogan a bi sernavê “Lîstika şerê taybet ê qirêj vala derket” wiha ye:

Nêzî mehek berê nûçeya mirina Devlet Bahçelî di çapemeniyê de derketibû. Ev nûçe ji aliyê MHP’ê ve hat derewandin. Lê tevî vê nûçeyê jî Devlet Bahçelî bi lez û bez tevnegeriya û yekser derket pêşberî çapemeniyê û dîmena “Ez nemirim, ez sax im” neda.

Demek piştî vê nûçeyê R.T. Erdogan çû mala Devlet Bahçelî hevdîtineke taybet a dualî pêk anîn. Serdana Erdogan a li ser “nûçeya mirina” D. Bahçelî balkêş bû. Ev jî bi awayekî xwezayî, wekî her carê hevdîtina taybet a Erdogan û Bahçelî balkêştir kir. Di dawiyê de jî wisa bû. Lê D. Bahçelî rola jiholêrakirina vê meraqê girt ser xwe. R.T. Erdogan jî daxuyaniya xwe ya esasî ya têkildarî daxuyaniya D. Bahçelî, ji piştî civîna BRICS (Brezîlya, Rûsya, Hindistan, Çîn, dewletên Afrîkaya Başûr) ku çûbû Rûsyayê re hişt.

  1. Bahçelî, beriya R.T. Erdogan daxuyaniya li ser hebûna Kurdan qebûl dikir, da. Bi vê re li tecrîda ser Rêber APO mikur hat. Vê yekê têr nedît, got ku Rêber APO dikare li salona meclîsê biaxive û heta dikare ji Îmraliya ku lê tê ragirtin derkeve. Helbet ev gotin ne ji xwe ber anîbû ziman. Ev gotin bi awayekî bi zanebûn û plankirî hatin gotin.

Ev axaftina D. Bahçelî li ser raya giştî bandoreke ku li bendê bûn kir. Paşê, di medyayê de bi giranî hatin nîqaşkirin. Helbet di van nîqaşan de her çendî yên ku li dijî gotinên D. Bahçelî li ber xwe didan jî hebûn, lê yên pesnê wî didan zêdetir bû. Lêbelê, ev yek dirêj dewam nekir. Ne pêkan bû ku ji vê cudatir be. Ji ber ku gotinên Bahçelî tenê li ser gotinê bûn û ji wê pê ve tu gav nehat avêtin. Destûrdayîna hevdîtina Rêber APO ya bi malbatê re tenê taktîkek hêsan bû ku ji bo bi zêdebûn pêşiya zextên navxweyî û navneteweyî bigirin. Rastiya wê di demek kurt de derket holê. Daxuyaniya R.T. Erdogan a piştî vegera Rûsyayê hişt ku D. Bahçelî vegere ser eyarên febrîqeyê û wî vala derxist. Bi axaftina duyemîn re jî êrîşên dagirkerî yê mêtingeriyê zêdetir bûn.

Li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji hewayî û bejayî bombebaranên dijwar pêk hatin. Di van êrîşan de bi dehan kes hatin qetilkirin û birîndar bûn. Binesaziyên ku hewcedariyên jiyanî yên gel pêk dianîn hatin hilweşandin. Xanî, dibistan, gund, bajarok û bajar hatin bombebarankirin û wêran bûn. Bi heman awayî li başûrê Kurdistanê jî êrîş pêk hatin. Li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û gelê sivîl êrîşên îmha û dagirkeriyê hatin kirin. Taybetmendiya van êrîşan parçeyek ji şerê topyekûn û taybet ê qirêj ku li Kurdistanê tê meşandine. Ev nîşaneya tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO tê meşandine û astengiyên li pêşiya hevdîtinên malbatê didome. Li bakurê Kurdistan û Anatolyayê qirkirina siyasî dijwartir bûn û êrîşên tunekirinê yên li ser herêmên gerîla girantir bûn. Sûcên li dijî mirovahiyê yên li dijî jin û zarokan weke polîtîkaya şerê taybet ê qirêj zêde bûn. Hejmara jin û zarokên ku hatin revandin, tecawizkirin, êşkencekirin û qetilkirin pir zêde bû. Dema ku ev diqewimîn, êrîşên bi armanca şikandina vîna gel û tunekirina hêza wan a nûnertiyê jî leztir bûn. Di vê çarçoveyê de plana berê ji bo dagirkirina şaredariyan hatibû amadekirin bi “qeyûman” xistin dewrê.

Bi rastî ev êrîşan roja hilbijartinên herêmî di saetên êvarî de li Wanê xistin dewrê. Bi vê re encamên hilbijartinê yên vîna gel temsîl dikin “tune hesibandin” û nexwestin mazbataya Hevşaredarên hatine hilbijartin bidin. Lê belê di encama berxwedana gel de dîktatoriya mêtinger, qirker, faşîst a AKP-MHP’ê, neçar ma paşde gav biavêje û vîna gel qebûl bike. Lê tevî vê paş de gavavêtinê jî dîktatoriya mêtinger, qirker, faşîst a AKP-MHP’ê dest ji êrîşên xwe yên li dijî vîna gel berneda. Ji bo ku bigihêje armanca xwe, serî li rê û rêbazên cuda da. Di nav van de, li hin navçeyên ku DEM Partî bi ser ket, bi rê û rêbazên cuda hevşaredar neçar man an îstifa bikin û yan jî ji partiya xwe veqetin. Di encama vê yekê de kesên ji DEM Partiyê veqetiyan jî hebûn. Dîsa di pêvajoyeke wiha de “qeyûm” şandin şaredariya Colemêrgê.

Dîktatoriya mêtinger, qirker, faşîst a AKP-MHP’ê di esas de planên çêkiribûn pêk anîn, bi êrîşan re jî hewl da bertekên gel bipîve. Dema ku vê yekê dikir, xwest gavên ku ew ê di pêş de bavêje diyar bike. Dibe ew encamên ku hêvî dikir bi dest xistibe û ji bo ku bigihêje armanca xwe ya ku di encama berxwedana gelê Wanê de nekarî bi dest bixe, hewl da di şert û mercên ku guncav didît û xeyal dikir têxe dewrê. Di şert û mercên ku D. Bahçelî vegeriya eyarên febrîqeyê de, gavavêtineke wiha li gorî berjewendiya xwe dît. Di vî warî de ewilî “qeyûm” şand şaredariya Esenyurtê ya ku yek ji navçeyên Stenbolê ye.

Ne tesaduf bû ku şaredariya Esenyurtê wek hedefa êrîşê hat hilbijartin. Ev êrîşek bi temamî bi zanebûn û plankirî pêk anîn. Ji ber ku şaredariya Esenyurtê di encama vîneke hevpar a şoreşger, demokrat, sosyalîst û welatparêzan de û di encama “Lihevkirina Bajêr” de hat diyarkirin. Ji aliyekê ve ew ciheke ku nifûsa Kurdistan û Anatoliyayê lê zêdebû û bi hev re dijiyan bû. Ji ber vê jî di nava hedefên dîktatoriya mêtinger, qirker, faşîst a AKP-MHP’ê de cih girt. Di vî warî de ji ber bêtehamuliya li hemberî rêveberiyeke herêmî ya ku li ser vîna gelên Anatoliya û Kurdistanê ya hevpar hatiye avakirin, xistin hedefa êrîşan. Piştre jî “qeyûm” şandin şaredariyên Xelfetî, Mêrdîn û Êlihê û bi vê re desteserkirina vîna gel dewam kir.

Helbet ne tesadufe ku cara yekem “qeyûm” şandin şaredariya Colemêrgê û piştre şandin Esenyurt, Halfetî, Mêrdîn û Êlihê. Weke ku tê fêhmkirin, van şaredariyan bi zanebûn û plankirî hedef hatin girtin. Hedefa wan de jî Rêber APO, gelên Kurdistan û Anatolyayê heye. Bi vê re dewleta tirk a mêtinger, qirker, faşîst armanc û mebestên şerê taybet ê qirêj ê topyekûn îlan kir.

Armanca dewleta tirk ew e ku di pêvajoyek ku nexşeya Rojhilata Navîn ji nû ve tê diyarkirin de, sînorên xwe bi dagirkirina Bakurê Sûriyeyê ku Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî digire nav xwe, ji herêmên hundirîn ber bi rojava ve berfireh bike. Di wê baweriyê de ye ku dema vê yekê bike ew ê bibe hegemonê Rojhilata Navîn. Her wiha dizanibû ku eger nikaribe vê armancê pêk bîne, wê bikeve rewşa dewletên Iraq û Sûriyeyê. R.T. Erdogan beriya ku beşdarî civîna BRICS’ê bibe, çû mala D. Bahçelî û hevdîtineke taybet a dualî pêk anîn. Sedema axaftinên D. Bahçelî yên piştî vê hevdîtinê, ev rastî ye. Piştî civîna BRICS’ê ewilî D. Bahçelî û paşê R.T. Erdogan bi axaftinên kirin rêya xwe guherandin û sedema vegera eyara febrîqeyê jî ev rastî ye. Bi gotineke din ji ber ku bi xapandinê negihîştin armanca, vê carê rûyên wan ê qirker, mêtinger û faşîst bi aşkereyî derket holê. Rastiya sedemên dîktatoriya mêtinger, qirker, faşîst a AKP-MHP’ê senaryoyên ku ev çend hefte ne weke parçeyên şerê taybet ê qirêj ê topyekûn dimeşîne, ev bi xwe ye.

Di rastiyê de, dagirkeriya mêtinger, qirker, faşîst a AKP-MHP’ê, bi vê senaryoya ku di çarçoveya plansaziyê de amade kiribûn, weke her carê serî li lîstikeke ku yên têkçûyî weke çareya dawî dibînin, dan. Bi vê yekê re hewl dan ku xwe weke bi hêz nîşan bidin û hewl dan têgihiştina ku ew hê jî daxwazên xwe dikarin pêk bînin, biafirînin. Difikirîn ku ger karibin bi ser bikevin, dikarin hinekî din li ser piyan bimînin û emrê xwe dirêj bikin. Bi psîkolojiya “Ji canê ku dernekeve hêviya xwe jê nebire” tevdigerin. Lêbelê, ew bi ser neketin. Di lîstika ku ew bi xwe dilîstin de asê mane. Herî dawî D. Bahçelî dîsa xwedî li ‘banga’ ku ji bo Rêber APO kiribû derket jî tiştekî li ber çavan û pêbawer li holê tuneye. Her çiqasî dibêje “li pey gotinên xwe me” jî ev yek têra guhertina rastiyek bi vî rengî nake.