Çalakiyên gelên Îranê bi boneya krîza aborî û daxwaza azadiyê dane despêkirin, ket roja 11emîn. Çalakî her ku li tevahiya Îranê berbelav û zêde dibin. Êrişên rejîma Îranê yên li dijî çalakiyan jî berdewam dikin. Li dijî êrişên Îranê yên li ser gel, bertekên ji derveyî jî zêde dibin. Senatorê amerîkî yê Partiya Komarperestan Lîndsey Graham parvekirinek têkildarî çalakiyan li ser hesaba xwe ya Xê weşand.
Di parvekirinê de Lîndsey Graham balê dikişîne ser çalakiyên gelê û êrişên Îranê yên li dijî çalakgeran. Di parvekirinê de wiha hat gotin: “Êdî divê mirovên xirab bizanibin ku dema Serok Trump tiştek got dê bi rastî jî bi cih bîne. Li gorî min Ayetûllah û mirovên wî mirovên herî xirab in. Ew Naziyên oldar ên gelê xwe terorîze dikin. Bêyî ferq û cudahiyê gelê jiyanek baştir dixwaze, dikujin. Bi dehan sale Îran terorîzma herî mezin a dewletê dimeşîne.”
Lîndsey Graham di mûlakata xwe ya bi Fox Newsê re de jî bal kişand ser mezinbûna çalakiyan û wiha got: “Dive gelê Îranê bizanibe ku em piştgiriya wan dikin. Trump ne Obama ye. Ew piştgiriya we dike.” Lîndsey Graham bang li Alî Hamaney jî kir û wiha domand: “Divê hûn bizanibin ku ger hûn gelê jiyanek baştir dixwaze û ji bo vê derketiye kolanan bikujin, Donald Trump jî dê we bikuje. Li Îranê guherîn pêk tê. Ev guherîn dê gelan ji rejîma Nazî xilas bike û bibe guherîna herî mezin a Rojhilata Navîn. Ji Îranê re alîkarî tê.”
Balyozxaneya Sanal a Îranê ya DYAyê jî têkildarî pêşketinan li ser hesaba xwe ya fermî ya Xê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rejîma Îranê êrişên xwe yên li hemberî sivîl û wargehên sivîl berdewam dike. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Piştî êrişa li hemberî nexweşxaneya li Îlamê, niha jî li Tehranê nexweşxaneyek rastî êrişê hat. Êrişên li hemberî nexweşxaneya ku tekane peywira wan e ku nexweşxan tedawî bike, hovîtî, bêrêzî û bêrûmetiya rejîma Komara Îranê ya li hemberî gel û mafan nîşan dide. Divê wargehên tenduristiyê hedef neyên girtin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê van êrişan şermezar dike û bang li rejîma Îranê dike ku van êrişan rawestîne.”
