Helbet jiyan bi xweza û şarên bedew xweşe. Şarên bedew bi dîroka kevnar wateya xwe bi nirx dike. Nirxên giranbûha bi şaristaniyê dixemile û dibe jîngeh ji bo mirovahiyê. Welatê me jî digel ewqas êş û jan, zor û zahmetiyan jî li ser piyan e û xemla Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê ye.
Erdnigariya Kurdistanê bi gelek deverên xwe yê xweş bala mirovan dikişine. Xwezaya wê bi deşt û çiya, gelî û newal, dar û daristan û bi çem û rûbaran wek perçeyek ji bihûştê ye.
Xwezaya Kurdistanê li herêma Serhedê xwe baştir nîşanê mirovan dide. Bi taybet li derdora bajarên Bedlîs û Wanê mirov hê bêtir dikeve nava xweşiya xwezayê. Helbet ji bo vê bedewiyê mirov binav bike pêwiste berê xwe bide Gola Wanê.
Dema tu bi balafirekê yan jî bi wesayitekê ber bi Wanê ve herî, demek di bejahiyek vala û çiyayan de derbas dibî û bi yek carî şînahiyek bêhempa derdikeve pêşberî te. Niha ev dera ku tu lê heyran mayî behra Wanê ye. Niviskarê navdar Yaşar Kemal vê xweşikiya şînahiya gola Wanê wiha tîne ziman; “Ew rengê wê yê şîn rengek wisa ye ku li tu gol û behran peyda nabe.”
Avabûna golê
Behra Wanê piştî teqîna çiyayê Nemrûdê yê volqanîk, bi girtina pêşiya çala tektonik ava bûye. Li aliyê rojava û bakur rojavayê wê çend volqanên vemirî hene. Çiyayê Sîpanê û çiyayê Nemrûdê hin ji van çiyayên volqanîk in.
Berî niha bi 200 hezar salî, di serdema qeşayê de pêtên ji agir nêzî 60 kilometre herikînek avakiriye. Ev seta volqanîk, dema di navbera çala Wanê û çala Mûşê de astengî li pêşiya herikîna avê pêk tîne, gol ava dibe.
Behra Wanê, gola bi soda ya herî mezin a cîhanê ye. Her wiha gola herî mezin a rojhilata Navîn e. Ev gola ku gelek beravê wê yê qûncikî hene, 3 hezar û 713 kilometrekare ye. Derdora golê ji bejahiyê 430 kilometre ye. Her wiha bilindahiya wê ji behrê, hezar û 646 metre ye. Kûrahiya wê jî, bi nêvekê 171 metre ye. Cihê wê yê herî kûr 451 metre ye.
Li aliyê rojhilatê golê 4 giravên mezin hene. Giravên bi navê Axtamara, Çarpanaq, Adir û Girava Çûka ji sala 1990’î ve qada Sîtê ye û kolanên arkeolojik lê tên kirin.
Di van giravan de û her wiha li çarnekarên qeraxên gola Wanê de dêrên ermaniyan û manastirê wan hene. Dêra herî navdar û tê zanîn li girava Axtamara yê bi navê Dêra Xaça Pîroz e.
Bajarên li derdora golê
Paytexta Ûrartuyan Wanê, berî miladê di navbera sedsala 8 û 10’an de li qeraxa gola Wanê ava bûye. Her wiha di nava sed salan de gelek bajar wek rêzik li ber gola Wanê ava bûne. Yek ji wan bajaran, bajarê Tetwanê ye ku bi xweşiya xwe ne kêmî bajarê Wanê ye. Her wiha navçeyên Bedlisê Xelat û Elcewaz, navçeyên Erdîş û Westan ên Wanê jî ew bajarên bedew yên li derdora behra Wanê ava bûne. Dîsa bi dehan gund jî li qeraxa gola wanê bûne xwedî jiyanek demdirêj. Ev herêmên ku avahî lê hatine çêkirin û jiyan lê mezin bûye, her wiha cihên herî bedew yê xwezayê ne.
Zevî û deştên dewlemend
Behra Wanê her çiqas bi xwezaya xwe mirov mest dike, her wiha bi dewlemendiya av û axa xwe jî herêmê têr dike. Çem û rûbarên ku diherikin nava golê zeviyên alûvyonik dide avakirin. Deştên alûvyonên girîng ên li peravên Gola Wanê bi deşta Erdîşê ya ku ji maddeyên ku ji çemê Zîlan û şaxên wê hildigirin pêk tê. Deşta Bêgirî ya ku bi çemê Bendîmahiyê dirêj dibe jî yek ji deşta herî girîng e. Her wiha çemên piçûk û rûbarên demsalî yên weke Degirmendere û Donî jî hene. Li aliyê din deşta Zemobat, deşta herî mezin a Wanê ye. Deşta Arîn ku li bakur-rojhilatê Elcewazê ye û deşta di navbera Westan û Payîzava ku dirêjahiya wê 45 km, firehiya wê 7 km ye, qadeke 135 km2 ye.
Ava bi soda û masîperkên durrî
Gola Wanê, Ji ber ku ava wê bi xwê û soda ye; ne dişibe ekosîstema ava rûbara, ne jî ya behrê. Ji herduyan cûda ekosîstemek avbarî ye. Ji ber vê taybetiya wê, Gola Wanê digel ewqas sar û seqema herêma Serhedê jî naqerise.
Ava wê ya bi xwê û soda, dibe sedem ku jiyana zindiyan lê kêm be. Di golê de 103 cûre fitoplankton û 36 cûre zooplankton hene. Her wiha tenê yek cûre masî lê dijî, ew jî masiya bi navê masîperkên durrî ye. Masiya ku jê re tê gotin încî kefali, li ser rûyê cihanê tenê li gola wanê heye.
Li gor hin çavkaniyên kevin tê gotin ku ev masî berê ne di nav golê de, tenê li ber çêm û rûbarên ku diherikin golê de jiyan dikirin. Di nava salan de ev masî hêdî hêdî hînê ava golê dibin. Ev gotinên ha rastiyek e. Ji ber ku masiya încî kefalî dema zayinê berê xwe didin çeman û hêkên xwe li wir berdidin û paşê vedigerin nava golê.
Masiyên ku bejna wan ji 15 santîmî heta 24 santîmê dirêj dibe, temenê wan di navbera 8 û 10 salan de ye. Ev masiya bi qedir, her wiha bûye debar ji bo gelên herêmê. Bi hezaran kes debara xwe bi nêçîra masiyan dike. Lê belê masîvanên heremê ji ber ku qedr û qîmeta masiyên wan nayê zanîn bi fikar in. Her wiha ji bo masîvanî bi hêsanî bê kirin ji hêla dewletê ve tu xebat nayê kirin.
Wargeha turizmê
Behra Wanê bi xweşiya xwe ji gelek stran û çîrokan re bûye mijar. Gola bedew bi tevî masiyên xwe yê bi nirx nîşaneyek xwezaya Kurdistanê ye. Ewqas bax û bûhişt, mêrg û kanî, xweşî û bedewî mirovan dikişine vê herêmê, ber gola Wanê… Ji ber vê sedemê ye ku geşt û seyran, ango turîzm gelek pêşketiye li herêma Wanê. Çiqas sal derbas dibin bedewî û nirxên herêma Wanê bêhtir xuya dibin û hem ji nava welêt û hem jî ji derveyî welêt turist dixwazin vê xweşiyê bibînin. Bi taybet cihên dîrokî û xwezayî bala mirovan dikişînin û turîstên ku tên bajêr destên wan jê nabe.
Dîroka di binê avê de
Di nav hezarê salan de, ev gola bedew mazûvaniya gelek şaristaniya kiriye. Bajarê Wanê jî hem navê xwe, hem xweşiya xwe ji behra wanê digre. Her wiha hem vîn daye vî welatî, hem bûye stargeh ji bo mirovahiyê.
Dema mirov li lêkolinên arkeolojik û zanistî dinêre, mirov dibîne ku dîrokeke kevnar heye li derdora behra Wanê. Ev dîrok xwe li peravên golê jî dide xuyakirin. Lê ya girîng bermahiyên ku di nava salan de di bin avê de mane ye. Ji ber guhertina xwezayê gola Wanê car caran ava xwe zêde kiriye, hin caran kêm kiriye. Ji ber wê sedemê gelek bermahiyên kevnar di bin avê de jî mane. Li navçeya Erdîşê lîman û îskelaya ku di van salên dawîn de hatiye keşif kirin yek ji van bermahiya ye. Di lêkolînan de xuya kir ku hinek bermahiyên ji dema Ûrartûyan mane jî di bin avê de ye. Her wiha tê payîn ku ji bilî van gelek bermahiyên din yê kevnar di bin avê de ne.
Li aliyê din mikrobiyalîtên ku di encama sedê salan de ava dibin yek ji balkêşiya bin aviya behra wanê ye. Ev yek dide xuyakirin ku di bin behra Wanê de hêji gelek sirrên balkêş hene û nehatine keşifkirin.
Xetereyên ji bo behra Wanê
Di gel tevahiya vê xweşikiyê behra wanê di van salên dawî de di bin xetereyeke mezin de ye. Bi taybet sala par gol hate asteke wisa ku metirsiyên mezin bi xwe re anî. Ava golê kêm bû û çend metre keviyên wê xwe bi navê ve kişand. Helbet ev xetere bi salan e berdewam dike û ger tedbir neyê girtin di nava salan de dê behra Wanê tevahiya bedewiya xwe wenda bike. Ji bo vê yekê gelek nîqaş têne kirin lê belê heta niha xebateke berbiçav nehatiye kirin. Çav li rê ye ku şaredariyên Partiya DEM’ê di warê parastina behra Wanê de hin xebatên girîng bidin meşandin.
Serpêhatiya li derdora golê
Ji bo vê gola bedew, ango behra Wanê mirov gelek gotinan dikare bêje. Lê gotina herî ku li cihê xwe rûne ew e ku mirov bêje gola Wanê lihevhatina dîrok, xweza û mirovahiyê ye. Di nava hezarê salan de jiyan li van peravan şîn bûye. Xwezaya bedew vê erdnîgarê kiriye bihuşta mirovan. Gelek serpêhatî û dewlemendî li van peravan hatiye jiyîn. Gelek şaristaniyan xwe li vir dane mezinkirin. Ji bo ev welat bibe wareke azad gelek cangoriyan bedel dane. Tevahiya vê yekê li derdora vê gola bedew hatiye jiyîn û hêj jî ev serpêhatî berdewam e.