10 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Lîderê durziyan: Niha ji bo çekdanînê zû ye

Li gorî agahiyên ji Suwêdayê Hêzekî HTŞ xwestiye ku derbasî bajarê Swêda yê Sûriyeyê bibe lê şervanên  parastina Swêdayê nehiştine ku ew hêz derbasî bajarê wan bibe

Li gorî çavkaniyên cuda karwanekî ku ji 15 wesayitan pêk dihat xwestiye ku derbasî bajarê Swêdayê bibe lê hêzên herêmî yên Swêdayê nehiştine ku derbasî bajarê wan bibe û ew neçar kirine ku vegerin Şamê.

Derbarê mijarê de rêberê ruhî yê pêkhateya durziyan şêx Hikmet Hicrî gotiye: Mijara teslîmkirina çekan gelekî zû ye, heta ku destûrek ji welat re neyê danîn û tê de mafê durziyan neyê destnîşankirin ew dê dest ji çekên xwe bernedin .

Rêberê rûhanî yê civaka durzî li Sûriyeyê, Şêx Hikmet El-Hicrî, roja 1 çile  di nûçeyên derbarê vê mijarê de piştrast kir û got ku axaftin li ser radestkirina çekan li Suwêdayê hîn zû ye. Hikmet El-Hicrî, diyar kir ku fikarên li ser rewşa heyî pir zêde ne.

Şêx Hikmet Hicrî wiha got: “Heta dewlet ava nebe û destûr neyê nivîsandin ku mafên me û her kesî garantî dike, meseleya çekdanîne ne di rojeva me de ye û hîna gelekî zû ye ji bo wê yekê.”

Hikmet El-Hicrî, di berdewama axaftina xwe de got ku divê hemû pêkhate di avakirina destûra Sûriyeyê de hebin û nabe ku aliyek bi serê xwe hikûmetekê ava bike da ku aramiyeke mayîne li Sûriyeyê çêbibe.

Hikmet El-Hicrî her wiha destnîşan kir ku gelek fikarên wan ji rewşa niha ya Sûriyeyê hene û got ku civaka durzî dixwaze beşdarî avakirina destûrekî ku mafê her kesî misoger dike, bibe.