Komeleya Hîndekariya Kurdî ya xwendegehên kurdî li giştiya Swîsreyê bi awayekî fermî bi rê ve dibe, ji bo semestra yekem a sala hîndekariyê îro bawername da şagirtan. Şagirt wê bawernameyên xwe yên kurdî bibin ji mamosteyên xwe yên xwendegega Swîsrî re û ew ê jî nirxên stendine derbasî ser bawernameya wan a Swîsrî bike, ev yek ji bo şagirtan erêniyeke.
Li Zurichê 29 zarok bi awayê sê polan tev li dersên kurdî dibin. Asta berî xwendegehê, asta jêrîn û asta navîn û jorîn. 4 mamosteyên dildar vê xebatê bi dilxweşî û berdewamî didomînin. Xwendegeh roja şemiyê saet navbera 10:00-12:00 xizmetê dide zarokên ji 5 heta 15 salî. Komeleya Hîndekariya Kurdî bangî dayik û bavan kir ku her malbata kurd zarokên xwe bişînin xwendegeha kurdî, da asta zimanzaniya zarokan a zimanê dayikê xurt bibe. Gava zarok bi zimanê dayikê pir baş karibin biaxivin, binivîsin, bixwînin û têbigihêjin ewê karibin li ser vî bingehê saxlem zimanên din hîn hêsantir hîn bibin û ev yek wê ji bo xwendina wan û siberoja wan alîkariyeke mezin bike. Ji bo qeyda zarokan dê û bav bikevin malpera www. zimanekurdi.ch
Dê û bav dikarin li ser vê malperê him qeyda zarokan çêkin û him pirtûkên hîndekariyê bistînin: www.kurdisch.ch
Li swîsreyê li pênc kantonan ji sliyê Komeleya Hîndekariya Kurdî ve 1002 zarok hînî zimanê dayikê kurdî û çanda welêt dibin. Bi giştî 11 mamoste vê xebatê bi dildarî xwebexş bi rê ve dibin.