25 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li zozanan jiyaneke komînal heye

Li Elkêya Şirnexê bêrîvanan berê xwe da zozanan. Bêrîvana bi navê Rahmî Ataman got: “Li zozan jiyaneke komînal heye. Em bi hev re xwarina xwe dixwin û karên xwe dikin. Roja me bi xwedîkirina pez û çinîna giya diqede. Heta meha îlonê em li vir dimînin û piştre em vedigerin navçeyê.”

Kurdistan bi xweza, çiya, deşt û zozanên xwe dewlemend e. Ji ber dewlemendiya axa Kurdistanê welatiyên lê dijîn piranî bi sewalkarî û cotkarî debara xwe dikin. Welatiyên li Kurdistanê ku sewalkarî dikin piraniya wan di demsala havînê de berê xwe didin çiya û zozanan. Li Kurdistanê çanda zozantiyê xwedî dîrokeke kevnar e. Ji ber ku hewa zozanan hênik e û av lê heye û hişinayî pir e welatiyên sewalkariyê dikin jî di demsala havînê de berê xwe didin zozanan û piştî hewa dicemide vêdigerin deştan.

Yek jî cihê ku bi çiya û zozanên xwe dewlemend e jî navçeya Elkê ya Şirnexê ye. Navçeya Elkê ku di nav çiyayên Kato Marînos û Kato Jîrka de vêşartî ye xwedî gelek zozanan e. Bi hatina demsala havînê re koçer û berîvanên Elkê berê xwe didin zozanên, Feraşîn, Kato Marînos, Kato Jîrka, Warkên Gelejêr, Mêrgên Sotî, Merga Pîniya, Warê Sirê, Gova Reşo, Kaniya Mesîha û Kaniya Siwarê.

Yek ji zozanê ku sewalkar xwe lê digire yê Warke Gelejêr e ku li rêx Çiyayê Kato Marînos e. Çiyayê Kato Marînos hê berf lê neheliyayê û li ser çiya berfa belekiyên berfê hene. Berîvanan berê pezê xwe dan zozanên Warkên Gelejêr û heta hefteyekî wê malên xwe jî bibin wir û konan vegirin. Berîvanên bi pîqaban pezê xwe dibin zozanan ji ber rê nexweş e bi gelek zahmetiyan re rû bi rû dimînin. Berîvan ji Ajansa Welat re axivîn û behsa zehmetî û zoriyên ku pê re rû bi rû dimînin kirin.

Nîvê temenê xwe li zozanan derbas kiriye

Ji welatiyan Yusuf Ataman ku temenê wî mezin e û nîvê temenê wî li zozanan derbas bûye anî ziman ku kêfa wan pir ji zozanan re tê û ew dixwazin aramî li zozanên wan hebe. Yusuf Ataman anî ziman ku gelek caran zozanên wan jî ji aliyê dewletê ve bi hinceta “Ewlehiyê” hatinê qedexekirin û qedexeya zozanan bandoreke mezin li wan kiriye. Yusuf Ataman wiha qala berîvanî û zozanan kir: “Demekê zozanên me hatin qedexekirin me pirr zahmetî kişandin. Pezê me di malê de nexweş ketin. Lê dema em tên zozanan xweş e. Debara me jî li ser pez e. Heke pez nebe jiyana me jî li vir zahmet e. Em li vir şivanan digrin û şivan diçin ber pez. Heke pez nebe li vir gur pir in. Karê me li vir xwedî kirina pez û giya diçinin ji bo zivistanê. Niha me pez aniyê piştî heftekî em ê malê jî bînin û li vir konan vegrin. Zozan pir xweş in. Kêfa me li zozanan pir tê.”

Ji rêyên xirabe bi gilî û gazincin

Rahmî Ataman jî diyar kir ku binemala wan jî karê sewalkarî û berîvaniyê kiriye. Rahmî Ataman ji ber rêya xerabe gilî û gazinên xwe anî ziman û got ku ji ber rêya wan nayê çêkirin ew di rê de pirr zahmetiyan dikişînin û wiha axivî: “Rêyên me pir nexweş in. Ji ber nexweşbûna rê em pirr zahmetiyan dikişînin. Her wiha ji ber ku rê nebaş in erebeyên ku me tînin zozanan jî pereyekî zêde ji me distînin. Li zozan jiyaneke komînal heye. Em bi hev re xwarina xwe dixwin û karên xwe dikin. Roja me bi xwedîkirina pez û çinîna giya diqede. Heta meha îlonê em li vir dimînin û piştre em vedigerin navçeyê.”

Mesrefa wan pir zêde ye

Di berdewama axaftina xwe de Rahmî Ataman bal kişand ser bandora bihabûnê ya li ser berîvanan û got ku êdî kes karê sewalkarî nake. Rahmî Ataman destnîşan kir ku kar û zerara wan hev dernaxe û mesrefên xwedîkirina pez zêde ye û got: “Bihabûna heyî bandoreke mezin li ser me jî dike. Êdî bi xwedîkirina pez jî debar nabe. Ez jî di van şertan de nikarim vî karî bikim. Wisa difikirim ku piştî em vegeriyan malê ez ê pez bifiroşim û dev jî vî karî berdim. Fiyeta pez jî îsal ketiye. Berê baş bû lê niha kêm bûye. Em zerarê dikin. Yanî lêçûna me pirr zêde ye. Ji ber vê yekê heqê xwe dernaxîne. Edî weke berê pirr kes jî vî karî nake. Yên ku vî karî dikin pir kêm mane. Bi taybetî êdî ciwan li vir nasekinin û berê xwe didin metropolan.”