Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel encamên opersayona Zap’ê eşkere kir û got: “Hêzên me 12’ê Çileyê li dijî dagirkerên li Zapê Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêralok lidar xist. Di operasyona şoreşgerî de herî kêm 61 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker birîndar bûn, gelek çek û kel û pelên leşkerî hatin desteserkirin, yên mayî jî hatin şewitandin û îmhakirin. Operasyon bi serketî bi dawî bû.
Duh Wezîrê Parastinê jî daxuyanî dabû û diyar kiribû ku 9 leşkerên wan jiyana xwe ji dest dane.