11 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Yemenê trajediyeke nû ya koçberan

Rêxistina Koçberan a Navneteweyî (IOM), ragihand ku bêhtirî 50 cenazeyên koçberan li peravê başûrê Yemenê hatine dîtin. Rayedar diyar kirin ku ew hê jî lêgerîna koçberên saxmayî didomînin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Yekşemê, keştiyeke ku koçberên Etiyopyayî hildigirt li peravên Abyan a Yemenê noqî avê bû. Di bûyerê de 68 kes mirin, zêdetirî 70 kes winda bûn û tenê 12 kes sax man. Hewldanên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

Li gel şerê navxweyî, Yemen ji bo koçberên ku hewl didin ji Efrîkayê derbasî welatên Kendavê bibin rêyeke sereke ya derbasbûnê ye. Qaçaxçiyên mirovan hewl didin ku koçberan bi keştiyên xeternak û qerebalix derbas bikin.

Li gorî Rêxistina Koçberan a Neteweyî (IOM), di mehên dawî de bi sedan koçber di van rêwîtiyan de mirine. Hejmara koçberên ku di sala 2024an de gihîştine Yemenê 60 hezar bû, ku li gorî sala borî %38 kêm bûye. Ev yek jî bi zêdebûna dewriyeyên deryayî ve girêdayî ye.