11 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Yemenê hezar û 479 jin hatine kuştin

Li Yemenê herî kêm 5 hezar û 618 hezar jin bi binpêkirinan re rû bi rû mane û hezar û 479 jin hatine kuştin

Li Yemenê di sala 2015an ve şerê ku di navebera hêzên dewletê û hûsiyan de dest pê kir, bû sedema mirin, birîndarbûn û koçkirina bi hezaran welatiyan. Di vê pêvajoya şer de nexasim jinan bi awayeke sîstematîk bi binpêkirina mafan re rû bi rû man.

Tora Heq û Azadiyê ya Yemenê, daxuyand ku di çileyê 2017an heta niha 5 hezar û 618 jin bi binpêkirina mafan re rû bir û mane. Di raporê de hat diyarkirin ku, jin bi binpêkirinên giran ên wek kuştin, revandin, tundiya fîzîkî û psikolojik re rû bi rû mane.

Di raporê de di navbera 1ê çileya 2017an heta 31ê tîrmeha 2024an hezar û 479 hatine kuştin, 3 hezar û 398 jin hatine birîndarkirin, 547 kes jî hatine revandin, windakirin û bi tundiya fîzîkî û psikolojik re rû bi rû mane.

Li gel vê yekê, di raporê de hat destnîşankirin ku 176 jin bi zorê hatine bi çekkirin. Herwiha di navbera 1ê çileyê 2017an heta 31ê tîrmeha 2014an ji aliyê hûsiyan ve 46 jin hatin kuştin, 211 jin jî hatine birîndarkirin.

Di dawiya raporê de, Tora Heq û Azadiyê ya Yemenê bangî Neteweyen Yekbûyî û Konseya Ewlehiyê ya Neteweyen Yekbuyî û saziyên mafên mirovan ya navneteweyî kir ku bila Hûsî di binpêkirinên jinan de hesab bidin, peymanên navneteweyî pêk bînin û ji bo pêşîlêgirtina sûcên li dijî gelê sivîl tevdîrên lezgîn wergirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê