Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, dengdayîna ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê didome. Li Dibistana Seretayî ya Hudaverdî Aydin a li navçeya Çinarcika Yalovayê hat tespîtkirin ku zerfên qatkirî ji derve anîne dibistana deng lê tên dayîn. Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) derbas kiriye, ev bêrêbazî li sindoqa jimara 1033’yan qewimiye û têkildarî vê bêrêbaziyê girtek hatiye girtin.