27 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Xezeyê 246 rojnameger hatine kuştin

Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê de heta niha 246 rojnameger hatine kuştin.

Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de ji 7ê cotmehê heta niha 246 rojnameger hatine kuştin.

Ofîsa Medyayê ya Hikûmeta Filistînê ya li Xezeyê, têkildarî rojnamegerên hatine kuştin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de lîsteyeke navên rojnameger û xebatkarên medyayê yên ku hatine kuştin hat weşandin.

Li gorî lîsteyê, ji 7ê cotmeha 2023yan heta niha li Xezeyê di encama êrîşen Îsraîlê de hejmara rojnamegerên ku jiyana xwe ji dest dane gîhişt 246an.

Duh di êrîşa Îsraîl de 5 rojnameger hatin kuştin. Di êrîşa herî dawî de nûçegîhanê wêneyan ê  Ajansa Nûçeyan a Reuterê Husam el-Misrî, kamerevanê televîzyona Qeterê Al Jazeera Muhammed Selame, Meryem Ebu Dekka ya ku di Independent Arabîa û APê de rojnamegerî dikir, rojnameger Muaz Ebu Taha yê ku li NBC News a Amerîkî dixebitî û rojnameger Ahmed Ebu Azîz hatin kuştin.