Ajansa fermî ya Filistînê WAFA mirina rojnamevan Ehmed Mensûr ragihand ku duh di encama êrîşa artêşa Îsraîlê ya li ser konekî ku rojnamevan li bajarê Xan Yûnisê diman de birîndar bibû.
Di encama êrîşa Îsraîlê ya li dijî konê ku rojnamevan li bajarê Xan Yûnis ê li başûrê Şerîda Xezayê diman de rojnamevanek mir û her wiha 9 jê rojnamevan 10 kes birîndar bûn. Rojnamevanê Filistînî Hilmî El-Feqawî piştî êrîşê di kon de jiyana xwe ji dest dabû.
Der barê kuştina Ehmed Mensûr de hejmara rojnamevanên ku di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de ji 7ê Cotmeha 2023an ve jiyana xwe ji dest dane derket 211an.