17 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Xezayê herî kêm 44 kes hatin kuştin

Duh di êrîşên hewayî yên artêşa Îsraîlê de herî kêm 44 kes hatin kuştin. Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku ji xaka Fîlîstînê nêzî deh fîşek hatin teqandin.

Îsraîlê piştî agirbesta ji 2 mehan, li Xezayê ji nû ve dest bi êrîşan kir. Dan û standinên ji bo dirêjkirina agirbestê jî bê encam mane.

Piştî xerabûna agirbestê êrîş û operasyonên artêşa Îsraîlê zêde bûn.

Berdevkê Parastina Sivîl a Filistînê Mahmûd Bassal ji AFPê re axivî û anî ziman ku ji sibeha Yekşemê ve di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 44 kes hatine kuştin.

Bassal anî ziman ku êrîşek li taxa El Tuffahê ya Xezayê hatiye kirin û diyar kir ku dema komeke mirovan li nêzî firinekê li hev kom bûbû, êrîş hat kirin û 6 filistînî hatin kuştin. Li gorî agahiyan kuştiyek jî zarokekî 3 salî ye.

Di daxuyaniya Hemasê de jî, li xaka Filistînê ku 18 meh e ji aliyê Îsraîlê ve hatiye dorpêçkirin û kuştina zarokan a bi zanebûn hat şermezarkirin.