Îsraîl ji 7ê cotmeha 2023yan vir ve êrîşên xwe yên li dijî Xeta Xezayê bênavber didomîne.
Wezareta Tenduristiye ya Filistinê da der barê êrîşên Îsraîlê yên ku 465 roj in li ser Xeta Xezeyê tên meşandin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn de ji ber 2 komkujiyên ku ji aliyê Îsraîlê ve li gelek deverên Xeta Xezayê hatin kirin de 19 kesan jiyana xwe ji dest dan û 71 kes jî birîndar bûn.
Hejmara mirinan zêde dibe
Hat destnîşankirin ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê cotmeha 2023yan vir va li ser Xeta Xezayê da hejmara miriyan derket 46 hezar û 584an û hejmara birîndaran jî derket 109 hezar û 731an.
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku hîn jî cenaze di bin kavilan de û li kêleka rê mane, lê tîmên tenduristiyê û rayedarên berevaniya sivîl ji ber astengiya hêzên Îsraîlê nikarin xwe bigihînin cenazeyan.