4 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Xelfetiyê nobeta berxwedana li dijî qeyûm berdewam e

Nobeta berxwedanê ya li Xelfetî ya Rihayê li dijî tayînkirina qeyûm hatiye destpêkirin di roja 18’emîn de berdewam dike

Nobeta berxwedanê ya li navçeya Xelfetî ya Rihayê li dijî tayînkirina qeyûman hatiye destpêkirin di roja 18’emîn de didome. Welatiyên ku di saetên zû yên serê sibehê de hatin pêşiya avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî, pankarta “Ji qeyûman re na, demokrasî” daliqandin û dest bi nobetê kirin.

Hevşaredarên Xelfetiyê Mehmet Karayilan û Saniye Bayram, Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar û gelek kes tev li nobetê bûn. Di heman demê de li avahiya DEM Partiyê ya Xelfetiyê jî pankarta “Em bi hilbijartinê hatin, bi qeyûm naçin” hate daleqandin.