Li navçeya Xana Axpar a Amedê li mala şînê ya Yenî Mahalle yê ji bo endamên HPGê Askerî Ozmen (Amed), Kemal Dûran(Berzan), Mehmet Dengîz (Rênas), Fatîh Altinakar (Resûl),Mihemed Cengîz(Resûl), Necat Acar (Serhildan) û Mûrad Bat (Şevger) ên ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane sersaxî hat danîn û bi girseyî serdanaşînê hate kirin. Serdan bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa ŞaristaniyêWinda Kirine re (MEBYA-DER) hate kirin. Di şînê de nûnerên partiyên siyasî û endamên rêxistinên civaka sivîl jî beşdar bûn. Girse bi dirûşmeya “Şehîd namirin” ber bi mala şînê ve meşiya.
Piştî deqîqeyek rêzgirtinê Endamê Reberiya MEBYA-DERê Mehmet Emîn Kiliç axivî û wiha got:“ Gelê Kurd her tim têkoşîn daye ji bo xwe azad bike. Di dîrokê de kurdan gelek caran serî hildaye. Îro jî serhildana herî ya mezin ku tevgera azadiya Kurdistanê daye encam da û niha em şehîdên xwe dikarin bi bîr bînin. Tevgera azadiya Kurdistanê sînorên çar parçeyan rakiriye ev jî bi keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û cangoriyên Kurdistanê ye.”
Paşê jî li ser navê malbata birayê a Mehmet Dengîz (Rênas) axivî got:“ Şehîdên me ji bo ku koletî û zordestî qebûl nekirin tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bûn. Bi keda van cangoriyan û Abdullah Ocalan pêvajoyek destpê kiriye. Pêwîste ku em hewl bidin û xeyalên şehîdên xwe bi cih bînin.”
Piştî şîna navenda navçeyê Xana Axparê girse derbasî gundê Elwendî yê navçeya Xana Axparê bû û li wir jî girseyeke mezin serdana sersaxiya endamên HPGê Necmedin Borta (Serhildan) li mala şînê ya gundê Elwendî kirin. Li wir jîRêveberê MEBYA-DERê Şeyhmus Karadag axivî û got: “Şehîdên me rûmeta me ne wan a tekoşîna vê gelê ji xwe re peywir girt û canê xwe feda kirin. Van şehîda rûpela dîrokênûve nivîsand em soz didin ku her tim li ser rêça wan bin.”
Piştî axaftinê girse bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ belav bû.
