Xwaringeha Gel a ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve tê birêvebirin, bi xizmet û erzaniyê bala welatiyan dikişîne. Xwargneha ku bi xwarina xwe ya erzan û xweş tê zanîn, bûye cihê welatiyên desteng û xwendekaran.
Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya têgîna şaredariyeke civakî de Xwaringeha Gel ev 5 meh e bi serkeftî bi rê ve dibe. Li Taxa Walî Mîthat Bey ya navçeya Îpekyoluyê, di qada nexweşxaneya kevn de, rojane ji nêzîkî 600 kesî re xwarin tê dayîn.
Xwaringeh bi olşa xwe ya nû balê dikişîne û xêncî rojên yekşemê her roj di navbera saet 12.00-17.00an de xizmetê dide. Di xwaringehê de sê cure xwerek tenê bi 70 TLyî tê pêşkêşkirin.
Ozcan Metîn ê ku her tim diçe Xwaringeha Gel got: “Em bi hevalên xwe re her tim tên û nan dixwin. Menu gelek dewlemend e û em pir ji xwarinan hez dikin. Cihekî gelek baş e ji bo welatiyên desteng û xwendekaran. Bi saya xwarinên erzan ji aliyê aborî ve barê me siviktir dibe. Em spasiya wan dikin ku vê xizmetê pêşkêş dikin.”
Xwaringeha Gel her tim tijî ye û welatiyên ku tên wê gelek kêfxweş dimînin.