21 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Wanê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin

KURDÎGEH, Şaxa Egîtîm-Senê ya Wanê û Aryen Çandê bi bernameyekê Şeva Yeldayê pîroz kir.

Komeleya Pêşvebirina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH), Sendîkaya Kedkarên Zanist û Xizmetên Civakî (Egîtîm-Sen) û Aryen Çandê bi boneya 21ê Kanûnê Şeva Yeldayê li eywana ŞanoWanê bernameyek li dar xist. Di eywanê de pankarta “parastina çandê, parastina zimanê Kurdî û jiyana Kurdewarî ye” hat daliqandin. Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî bernameyê da û eywan tije bû. Gelek welatî jî li ber derî man û tenê deng guhdar kirin. Eywana bernameyê bi hinaran ku semboleke Şeva Yeldayê ye, hat xemilandin û find hatin pêxistin.

Di bernameye de ewilî helbest hatin xwendin. Piştî helbestan çîrokbêj Mihemed Bîlen derket ser dikê çîrok ji beşdaran re got. Beşdaran bi eleqeyeke mezin guhdariya çîrokê kir û bi coş li çepikan dan.

Herî dawî hunermend Neslîhan Edîş derket ser dikê û stranên xwe gotin. Beşdaran bi baldarî guhdariya stranan kir û cîh cîh jî govend gerandin.

Bername piştî konsera Neslîhan Edîş bi dawî bû.